Li dijî çapemeniya çavê xwe digire ‘1HaberVar’
- 09:10 15 Kanûn 2017
- Rojane
AMED - Dozgeriya Komarê ya Amedê der barê Platforma 1HaberVar de bi îdiaya ‘bi rêya çapemeniyê propagandaya PKK’ê dike’ lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê şîroveyên mîvanên tevlî bernameyan bûne jî wek ‘delîl’ hesiband. Edîtora Kurdî ya Platforma 1HaberVar Gulîstan Korban got: “Em ê li dijî çapemeniya ku çav û gûhên xwe digire, her tim hebin.”
Derbarê Platforma 1HaberVar ku ji aliyê xebatkarên radyo û Tv yên bi KHK’ê hatin girtin ve hat vekirin, Dozgeriya Komarê Amedê bi îdiaya ‘ Bi rêya çapemeniyê propagandaya PKK’ê dikin’ lêpirsîn da destpêkirin Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de bi dehan bername, mîtîng, daxuyaniyên çapemeniyê wek delîl xistin dosyayê. Edîtora Kurdî ya Platforma 1HaberVar Gulîstan Korban bi lêv kir ku ew li dijî lêpirsîna hatiye vekirin matmayî mane.
‘Em matmayî man’
Gulîstanê diyar kir ku ew li dijî naveroka lêpirsînê matmayî mane û ev tişt bi lêv kir: “Nûçeyên me sûc hatine hesibandin. Bi dehan bername hatin çêkirin û di van bernameyan de mêvan axivîn. Ev jî wekî propagandayê hat hesibandin. Tiştek din ya balê dikişîne jî daxuyaniyek çapemeniyê ya ji bo Fîgen Yuksekdagê ya li Enqereyê hatibû dayîn bû. Di daxuyaniyê de îbareya ‘Fîgen Yuksekdag îradeya me ye’ cih digire. Dozgeriyê îdia kir ku 1HaberVar’ê ev weşandiye û ‘propagandaya PKK’ê kiriye’. Dîsa bernameyên cuda yên HDP’ê jî sûc hatin hesibandin.”
‘Ji ber aliyê muxalîf e lêpirsîn hat vekirin’
Gulîstanê daxuyakirin ku dema lêpirsîn tê kontrolkirin gotinek wan jî tine û gotin aydê kesên duyem û sêyem in. Gulîstanê da zanîn ku ji ber cih dane aliyên muxalîf ji wan re dibêjin ‘hun propagandayê dikin’. Gulîstanê di dawiyê de got ku wê ew li dijî çapemeniya çav û gûhê xwe girtine, her hebin û têkoşînê bidin.








