HOH’ê li Enqereyê komele vekir: Me gotibû wê rojekê wisa bibe

  • 09:08 15 Kanûn 2017
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Jinan bertek nîşanî sazbûna paramîlîter a di bin navê komeleyê de li Enqreyê hatiye avakirin, dan û gotin: “ Dema me digot wê rojekê bê vê astê, gotin ‘Cizîr, Şirnex li kîjan alî dikevin’. Niha ew hêzên çekdar ên jê re dibêjin ‘HOH’ li pişt serê me ne.”
 
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê  Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan li qadan banga çekgirtina şexsî kir û bi vê re Tevgera Taybet a Gel (HOH) anîn rojevê. Derketibû holê ku ev avabûna paramîlîter di bin navê ‘Komeleyê’ de li Kizilay a Enqereyê buro vekiriye.
 
'Jin bi bertek in'
 
Endama Kaldiraçê Betul Koca bertek nîşanî vekirina buroya aydê sazbûna paramîlîter da û wiha got: “ Wek tê zanîn ku ji  5’ê Hezîranê û piştî wê çeteyên DAÎŞ’ê li welat belav bûn. Bi sedan kes bi bombeyan hatin qetilkirin. Her roj nêzî 20 cenazeyan radibûn. Bi destên şîrketên bi navê SADAT li dijî gelan şerê taybet ket dewrê. Bajar û navçeyên Kurdan hatin tunekirin. Komkujî xistin dewrê. Navê van hemûyan jî bû ‘têkoşîna bi terorê re’.
 
Efkan Ala gotibû ‘me tiştek tevlihe kir’
 
Betulê di berdewamiyê de daxuyakirin ku dewlet çete û terora herî mezin derketiye holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Dîsa jî ji vê re gotin ‘têkoşîna bi terorê re’. Terora dewletê tê dijwarkirin. Bi SADAT û avabûnê wek vê re şer xistin dewrê. Li Sûr, Cizîr û gelek cihên din  komkujî pêk hatin. Wezîrê karê hundir ê demî Efkan Ala bi gotina ‘Me tiştek tevlihev kir’ gotibû hinek bi leşkeran, hinek bi polîsan, hinek bi DAÎŞ'ê û hinek jî bi gladyoya Qesrê êrîş kirine.  Belê yên ev şerê navxweyî meşandin ev hêz hemû ne. Erdogan jî tê de ye. Lê dewleta em ji salên 1900’î de nas dikin vî şerî dimeşînin.”
 
‘Qesr vê çeteyê wekî xilaskirinê dibînin’
 
Betulê  destnîşan kir ku Qesr vê çeteyê wek rêya rizgariyê dibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewletê îro hemû  alavên zextê, TOMA, çop, artêş û polîs li dijî gel enî ava kiriye.  Erdogan bi aşkera vê dibêje. Li dijî vê taritiyê têkoşîna rêxistinkirî hewce ye. Têkoşîna rêxistinkirin a gelan, karker û kedkaran wê vê tarîtiyê parçe bikin.”
 
‘Niha li pişt serê me ne’
 
Asli Saraç jî diyar kir ku  avabûna paramîlîter a di bin navê ‘HOH’ de  rewşa li ‘bajar’ a Tevgera Taybet a Polîsan (POH) û Tevgera Taybet a Cendermeyan (JOH) ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Me got wê rojekê bê van deran, wan got Cizîr, Şirnex li kîjan alî dikeve. Niha hêzên çekdar ên jê re dibêjin HOH li pişt serê me ye.”