Nesrîn Abdullah: Têkoşîna YPJ'ê zincîra koledariyê dişkîne
- 09:01 15 Kanûn 2017
- Rojane
Ronîda Hacî
QAMIŞLO - Berdevka Fermî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah derbarê rol û têkoşîna şervanên YPJ'ê de nêrînên xwe anî ziman û wiha got:" Di pêşengtiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rol û bandora şervanên YPJ'ê derî li rê û rêbazên çareseriyê yên nû vekir."
Berdevka Fermî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah rol û têkoşîna şervanên YPJ'ê nirxand û wiha got:" Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de têkoşîna Şervanên YPJ'ê li cîhanê deng veda."
Nesrîn Abdullah bal kişand ser lehengiya jinên Kurd û wiha berdewam kir:"Jinên Kurd ji dîroka xwe heta a niha bi lehengî û wêrektiya xwe her dem destan nivîsandine. Bi çalakiyên xwe yên fedaî navên xwe bi rengekî bê hempa di dîrokê de nivîsandine. Ji ber ku jinên Kurd xwedî mîraseke mezin in, li pişt YPJ'ê dîrokek jinên berxwedêr heye. Arîn Mîrkan jî şopdara Zîlan û Bêrîtanan e. Ev jî îro ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê bûye mîraseke herî mezin."
'Li gel hemû astengiyan YPJ her dem bi gavên têkoşer pêş ket'
Nesrînê li ser destpêka avakirina YPJ'ê û astengiyên ku derketin pêş wan jî wiha axivî: "Her çendî ku em weke jin xwedî mîraseke dîrokî bin jî, di avakirina YPJ'ê de me ji ber kevneşopiya civakî gelek zehmetî û astengî kişand. Lê me bi berxwedana xwe civaka xwe jî guhert. Li gel hemû astengiyan YPJ her dem bi gavên têkoşer pêş ket. Mînaka wê ya herî zêde jî niha li ber çavan e ku bi hezaran jin tevlî nav refên têkoşînê bûne. Şervanên YPJ'ê têkoşîneke mezin li hemberî taybetmendiyên civaka paşverû û zîhniyeta baviksalar jî meşandin. Bi saya têkoşîna jinê gelek pêşveçûnên ber bi çav pêk hat."
'YPJ nasnameya hemû jinên cîhanê ye'
Nesrînê, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nasnameya jinê û wiha got: "YPJ ji bo her jinekê dixwaze tekoşînê bike. Têkoşîna YPJ'ê ji bo hemû jinên cîhanê ye. Ji ber vê yekê jî jin, ji her derê tevlî nav refên YPJ'ê dibin. Jinên Emêrikî, Birîtanî, Spanî, Elmanî… bi hemû rengên xwe jin beşdarî nav refên YPJ'ê dibin. Ş. Îvana Holman mîmanekek jina enternasyonal e. Îro ji her deverê cihanê jin tevlî nav têkoşîna refên YPJ'ê dibin. Loma YPJ nasnameya hemû jinên cîhanê ye."
'Têkoşîna YPJ'ê zincîra koledariyê dişkîne'
Nesrînê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Têkoşîna ku em didin meşandin kesayetên xwediyê felsefeya azad ava dike. Gelê cîhanê û jinên cihanê bi giştî jî di bin zilm û dagirkeriyeke pir mezin de dijîn. Em weke YPJ'ê xwedî felsefeya azadiyê ne, em di bingeha xwe de hêza parastina hemû nirxên civakî ne. Loma têkoşîna YPJ'ê zincîra koledariyê dişkîne. Divê hemû jinên cîhanê piştê bidin hev û li dijî koledariyê serî hildin. "








