ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2017'AN
- 09:00 15 Kanûn 2017
- Rojev
*Berdevka Fermî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah derbarê rol û têkoşîna şervanên YPJ'ê de nêrînên xwe anî ziman û wiha got:" Di pêşengtiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rol û bandora şervanên YPJ'ê derî li rê û rêbazên çareseriyê yên nû vekir."
*Minîfa Silêman pispora karê destan têkildarî keda jinê ya di civakê de û rola wê ya di şoreşê de nerînên xwe anî ziman û wiha got:" Şoreşa herî serkeftî bi keda jinê pêk tê."
*Hevseroka Însiyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re Sureyya Aydin bal kişand ser zextên li girtîgehan ên zêde bûne û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “ Malbatên ku bi mehan in ji zarokên xwe agahiyê nagirin hene, nizanin zarokên wan di kîjan girtîgehan de ne. Divê demildest gelê Kurd xwedî li nirxên xwe derkevin.”
*Jinan bertek nîşanî sazbûna paramîlîter a di bin navê komeleyê de li Enqreyê hatiye avakirin, dan û gotin: “ Dema me digot wê rojekê bê vê astê, gotin ‘Cizîr, Şirnex li kîjan alî dikevin’. Niha ew hêzên çekdar ên jê re dibêjin ‘HOH’ li pişt serê me ne.”
*Dozgeriya Komarê ya Amedê der barê Platforma 1HaberVar de bi îdiaya ‘bi rêya çapemeniyê propagandaya PKK’ê dike’ lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê şîroveyên mîvanên tevlî bernameyan bûne jî wek ‘delîl’ hesiband. Edîtora Kurdî ya Platforma 1HaberVar Gulîstan Korban got: “Em ê li dijî çapemeniya ku çav û gûhên xwe digire, her tim hebin.” BI DÎMEN
*Malbata welatiyekî di dema ‘qedexeyên derketina derve’ ya li Cizîrê hatibû îlankirin de jiyana xwe ji dest da, ji bo doza tazmînata madî û manevî serlêdana sûc kir. Wezareta Karê Hundir jî nivîseke ku daxwazên malbatê red dike, ji Serokatiya Dadgeha Îdarî ya Yekemîn a Mêrdînê re şand.
*Duygu Şahlar a mamosteya pêşdibistanê bû û hat îxrackirin, têkiliya ku bi zarokan re ava kiribû, KHK’ê nikaribû qut bike. Duygu piştî ji pîşeya xwe hat îxrackirin, bajar bi bajar geriya û ji zarokan re çîrok vegot. Duyguyê wiha got: “Ji me re gotin ‘di vê atmosferê de wê kes neyê, wê keda we wisa biçe’. Lê bi sedan kes hatin temaşekirina me. Salonên me tu caran vala neman. Me fêm kir ku hîna hêvî neqedyaye û wê neqede.” BI DÎMEN
*Hunermend Pinar Aydinlar ku ji ber axaftineke xwe ya beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê kiriye 10 meh cezayê girtîgehê girt û derbarê wê de gelek lêpirsîn hatin vekirin, wiha got: “Ji bo paratina mafên gelan ez bi bedeldayînê serbilind im.”








