Parêzerên Abdullah Ocalan cara 713'yan serlêdan kirin
- 14:31 14 Kanûn 2017
- Rojane
STENBOL - Parzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 713'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Çîçek û Serbay Koklu, ji bo ku sibe bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdan kirin. Bi vê serlêdana ku hat kirin re ev cara 713'yan e ku parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ji bo hevdîtina serlêdanê dikin.
Serlêdana parêzeran a ji 27'ê 2011'an vir de bi hincetên pûç yên wekî "muxalefeta hewayê", "koster xirabe ye", "koster di tamîr ê de ye" û "OHAL heye" 712 caran hatibû redkirin.








