Hawara Dayika Kemal Kurkut: Cihê Kemal lê hat kuştin vir e?
- 14:17 14 Kanûn 2017
- Rojane
AMED - Dayika Kemal Kurkut Secan Kurkut a ji bo tevli danişîna doza polîsê kujer Y.Ş. ê kurê wê kuşt bibe hat Amedê, çû cihê ku kurê wê Kemal lê hat kuştin. Secan Kurkut, li cihê kurê wê lê hat kuştin kir hawar û got: "Cihê xwina te lê herikiye vir e? Ez qurbata te me xweşikê min" û rondik barandin.
Yekemîn danişîna doza derbarê kuştin Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê ya 21'ê Adarê de ji aliyê polîs Y.Ş. ve hat kuştin, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin. Malbata Kemal ku ji bo tevli danişîna dozê bibin ji Meletiyê hatin Amedê, ewil çûn edliyeyê. Lê piştî heyetê doz taloqî piştî nîvro kir, malbata Kemal û heyeta li gel wan çûn qada Newrozê cihê ku Kemal lê hatiye kuştin. Malbata ku hat Kolana Evrim Alataş a qada Newrozê cihê ku polîs Y.Ş. Kemal lê kuşt ziyaret kir. Dayika Kemal Secan Kurkut û xwişk û birayê Kemal cara yekê hatin Qada Newrozê û cihê Kemal lê hatiye kuştin ziyaret kirin.
Dayika Keml Secan Kurkut, çawa ji maşîneyê daket çû cihê ku Kemal lê hat kuştin û ax maç kir. Dayik Secan Kurkut bi destê xwe ax miz da. Kurê Secan Cihan Kurkut ket milê dayika xwe. Dayik Secan zimêr û hawara xwe wiha anî ziman: "Cihe tu lê hatî kuştin û xwîna te lê herikî vir e? Ez qurbata te me xweşikê min. Ez qurbana te me Kemal. Were kemal were li vir bilize. Yên xwina te rijandin bila kor bibin. Tu li ku yî. Te li vir çavên xwe girt. Oy berxê min, oy kurê min tu çima hatî vir. Ma tu nizanî ew zalim in? " û rondik barandin.
Malbatê li cihê bûyerê ji rojnamegerên bûn şahidê bûyerê agahî girtin. Malbata kemal ku rêveberên HDP'ê jî hevalkariya wan kir, piştre çûn Qesabê ku Kemal kêr jê anî ziyaret kir û agahi ji qesab girtin.
Malbat piştre dîsa ji bo tev li danişîna dozê bibin derbasi Edliyeya Amedê bû.








