Muftiyê Hatayê bi axaftina xwe teşwîkî îstîsmara zayendî kir!
- 12:55 14 Kanûn 2017
- Rojane
HATAY - Muftiye Hatayê Hamdî Kavîlîoglu di konferansek ku malbatên xwendekaran tevli bûn de axaftinek ku teşwîkê îstîsmara zayendî dike kir û got ku di vê zarokên di navbera 9-15 salî de bên zewicandin.
Muftiyê Hatayê Hamdî Kavîlîoglu di konferanseke ku li Lîseya Îmamxetîbê ya Hz. Ayşe ya Narlicayê ji malbatên xwendekaran re da de îstîsmara zayendî ya li ser zarokan tê kirin meşrû kir. Li gorî nuçeya ku di BîrGunê de hat weşandin de hat diyarkirin ku Hamdî diyarkiriye ku mafê dayik û bavan li ser zarokan heye û ji van mafan yek jê jî ew e ku divê zarokên xwe di navbera temenê 9-15 salî de bizewicînin.








