Çalakiya Konê Greva Birçîbûne berdewam dike
- 12:43 14 Kanûn 2017
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Çalakiya Konê Gireva Birçîbûnê ya Rêveberiya Aboriya Jin a Kantona Cizîrê ku li taxa Enteriytê ya Bajarê Kamişloyê hatibû li darxistin berdewam dike.
Çalakiya Konê Gireva birçîbûnê ya Rêveberiya Aboriya Jinê ya Kantona Cizîrê ku li taxa Enteriytê ya Bajarê Kamişloyê hatibû lidarxistin berdewam dike. Çalakiya Konê Greva Birçîbûnê ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma"Em ê pergala Îmraliyê bişkînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" dest pê kiribû. Çalakiya Konê Greva Birçîbûnê didome û serdana gel berdewam dike.
Li ser mijarê Rêvebira Kooperatîfên Aboriya Jinê ya Bajarê Qamişloyê Sebah Ibrahîm wiha axivî:" Heta em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Banga me ji dewletên Navnetewî û Rêxistinên Mafên Mirovan re heye ku mijara tendirustiya Rêber Apo bixin rojeva xwe û demekê beriya demekê hewl bidin agahî ji Rêberê me bê girtin."
Her wiha derbarê Çalakiya Konê Birçîbûnê de Rêvebira Aboriya Jinê ya Bajarê Dirbêsiyê Gulê Omer jî wiha axivî:" Ev demeke dirêje ku em tu agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Ev çalakiya wekî Rêveberiya Aboriya Jinê ji bo em balê bikişîne tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan û ji bo em agahiyê ji wî bigirin me li dar xist. Ji bo aştiyek mayinde divê Rêberê me azad bibe."








