Li Pasûrê 'qedexeya derketina kolanan'

  • 11:19 14 Kanûn 2017
  • Rojane
AMED - Li Pasûrê li gundek û sê gundikên girêdayî Pasûrê "qedexeya derketina kolanan' hat îlankirin.
 
Li gundek û sê gundikên girêdayî Pasûra Amedê bi hinceta operasyonên leşkerî hene "qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin. Walîtiya Amedê ya derbarê qedexeyê de daxuyanî da wiha got: "Li herêmên ku operasyon li wan tê kirin ji di 14'ê kanûna 2017'an roja bênşemê saet di ji 9.00'an de li herêmên ku hatine diyarkirin heta emrekî nû qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin."