Li Serêkaniyê pêşangeha wêneyên Abdullah Ocalan hat vekirin

  • 10:57 14 Kanûn 2017
  • Rojane
SERÊKANIYÊ - Li Navenda Çand û Huner a Waşûkanî ya li Bajarê Serêkaniyê di çarçoveya daxwaza azadiya  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de pêşangehek wêneyan hat vekirin.
 
Li Navenda Çand û Huner a Waşûkanî ya li Bajarê Serêkaniyê di çarçoveya daxwaza azadiya  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de pêşangehek wêneyan hat vekirin. Di pêşangehê de 67 wêneyên Rêberê  PKK'ê Abdullah Ocalan hatin pêşandan. Gel bi girseyî beşdarî pêşangehê bû. Pêşangeh dê du rojan berdewam bike.
 
Her wiha Rêvebira Kevana Zêrîn a bajarê Serêkaniyê Gulnaz Bilokê derbarê pêşangeha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de  wiha axivî: " Ev projeya  pêşangeha wêneyan berê li Rimêlanê hat vekirin. Piştre li Serêkaniyê hat vekirin. Ev proje dê li bajarên din jî bê çêkirin. Eleqeya gel a ji bo pêşangeha wêneyên brêz Abdullah Ocalan gelek zêde ye. Ji bo balkişandina ser tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan dê projeyên bi vî rengî dewam bike.  ev wêneyan Mamoste Husên Elî çê kiriye, ji bo keda wî jî em spasiyê xwe pêşkeş dikin. "
 
Gulnazê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêvî û berxwadan hemû gelan e. Loma divê tecrîda giran a li ser wî demildest rabe."