'Bi vî awayî tecrîd berdewam nake'

  • 09:01 14 Kanûn 2017
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
TILTEMIR - Rêvebira Saziya Zimanê Kurdî Mizgîn Mihemed Elî derbarê tecrîda giran a li  ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrînên xwe anî ziman û wiha got:" Ji bo pergalek wekhev û aştiyek mayinde pêk were divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe."
 
Herî dawî Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 712'an  daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û daxwaza hevdîtinê kirin lê cara 712'an xwesteka parêzeran hat redkirin û tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan berdewam dike. Rêvebira Saziya Zimanê Kurdî ya Şehîd Jînda ya Bajarê Tiltemirê Mizgîn Mihemed Elî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Ev tecrîda giran li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Bi vê tecrîda giran tê xwestin ku pirsgirêka aştî û azadiyê kûrtir bibe. Bi vê tecrîda giran rê li diyalogên ji bo çareseriyê tê girtin. Loma divê ev tecrîda giran rabe û Rêber Apo bigihêje azadiya xwe."  
 
'Kesek nikare êrîşî îradeya me bike'
 
Mizgînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina îradeya gelan û wiha got:" Bi tecrîda giran tê xwestin ku îradeya gelan binpê bikin û rêya aştiyê bixetimînin. Jin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî îradeya xwe dibînin û kesek nikare êrîşî îradeya me bike."
 
'Divê jin rola xwe ya parastinê baş bilîzin'
 
Mizgînê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê gelan hemûya ye. Loma divê jin rola xwe ya parastinê baş bilîzin û li îradeya xwe xwedî derkevin ku aştî û azadî bi ser bikeve. Bi vî awayî tecrîd berdewam nake divê hemû sazî û dezgeyên navneteweyî jî peywira xwe bi cih bînin. "