ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2017'AN
- 09:00 14 Kanûn 2017
- Rojev
*Rêvebira Saziya Zimanê Kurdî Mizgîn Mihemed Elî derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrînên xwe anî ziman û wiha got:" Ji bo pergalek wekhev û aştiyek mayinde pêk were divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe."
*Di ser qedexeya derketina derve û komkujiya li Cizîrê de du sal derbas bû. Derbarê komkujiyê de gelek dosya bi gotina ‘ne li gorî hiqûqê ye’ bi biryara bêşopandinê bi encam bû. Parêzer Newroz Uysal a derbarê bodrumên Cizîrê de pêvajoya hiqûqî dişopîne, got: “Heta niha derbarê 38 dosyayan biryara bêşopandinê hatin dayîn. Ne ji bo darizandina berpirsan, ji bo dosya bên girtin hewl didin.” BI DÎMEN
*Derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca de ji ber roportaj, civînên çapemeniyê û bernameyan fezleke hat amadekirin. Feleknas a her gotina wê bû hinceta sûc, ji salekê heta 10 salan cezayê girtîgehê jê tê xwestin.
*Mêrê bi navê S.D ku li gundê Sîlopyayê cerdevanî dkir, derket holê ku li dijî 8 zarokan îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk aniye. Piştî bûyer derket holê şûnde S.D hat girtin.
*Jinên demekê li stargeha girêdayî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakî ya Agiriyê mane, îdia kirin ku rêgeza veşartiyê hatiye binpêkirin û agahiyên wan dane hevjîn, bav û xizmên wan ên şîdet li wan kirine. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr diyar kir ku bûye çend bûyerên wisa li Agiriyê bihîstine û got saziyên divê ewlehiya canê jinan bigirin, peywira xwe ji bîr dikin û ‘navbeynkariyê’ dikin.
*Gulê Bîlge ya piştî hevjînê wê tê girtin, ji bo li 6 zarokên xwe binêre, di ocaxa çayê de çay û qehwê difroşe û pê debara xwe dike. Gulê Bîlge wiha got: “ Dema ez nû hatim vir min her tim pirsa ‘Ez ê çawa vî karî bikim’ ji xwe dipirsî. Dema min dît ku ez vî karî dikim min got ‘Kes nikare min di tu mijarê de bide sekinandin.’ Ez niha berdewam dikim.” BI DÎMEN








