Li Yukselê di roja 400'emîn de 7 binçavkirin
- 16:01 13 Kanûn 2017
- Rojane
ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 400 roj e li Kolana Yukselê dewam dike. Polîsan êrîş kir û 7 kes binçav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 280 roj e dewam dike. Çalakiya karkerên cemaweriyê ya "Em karê xwe dixwazin" 400 roj in jî li Kolana Yukselê dewam dik. Çalakgerên ku pankarta "Greva birçîbûnê di roja 280'an de ye" vekirin, polîsan êrîşê wan kir û 7 kes binçav kirin.
Mehmet Dersulu, Îlker Işik, Sîmge Aksam, Nazan Bozkurt, Acun Karadag û du xwendekarên navên wan nehat zanîn bi lêdanê hatin binçavkirin.








