Doza Berkîn Elvan hat taloqkirin

  • 15:21 13 Kanûn 2017
  • Rojane
STENBOL - Di dema bûyerên Geziyê de polîsan bombeyên gazê avêtibûn û Berkîn Elvan qetil kiribûn. Derbarê bûyerê de li plîlîsê bersûc Fatîh Dalgali doz hatibû vekrin. Daneşîna 4'emîn a doza der barê bûyerê de ku li polîsê bersûc Fatîh Dalgali hatibû vekirin hat dîtin û heyeta dadgehê, doza taloqî 27'ê sibata a2018'an kir.
 
Di dema bûyerên Geziyê de polîsan bombeyên gazê avêtibûn û Berkîn Elvan qetil kiribûn. Berkîn Elvan ê ku 269 rojan di komayê de ma jiyana xwe ji dest da.  Derbarê bûyerê de li plîlîsê bersûc Fatîh Dalgali doz hatibû vekrin. daneşîna 4'emîn a doza ku li polîsa Fatîh Dalgali hat vekirin li Edliyeya Çaglayana Stenbolê li 17'emîn Dadgeha Cezayê giran  hat dîtin. Parêzerên dozê diyar kirin divê 2 hemşîreyên li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Okmeydaniyê bên guhdarkirin, derbarê 2 polîsên ku têkiliya wan bi bûyerê re heye de îdanameyeke din bê amadekirin, ger ku îdaname neyê amadekirin jî divê ku ev polîs di daneşînê de amade bin û bên guhdarîkirin. 
 
Piştî navbera ku hat dayîn parêzerê bersûc mafê axafitnê girt. Parêzer îda kir ku Fatîh li ser gunanan tê darizandin û divê ku neyê girtin. Perwiha parêzer daxwaz kir ku divê daxwaza girtinê jî bê redkirin. Dozger jî got ku divê daxwaza parêzerên malbata Berkîn bê redkirin û heyeta dadgehê jî daxwaza parêzerên malbatê red kir û doz taloqî 27'ê Sibata 2018'an hat kirin.