Çalakiya Konê Grevê berdewam dike
- 13:48 13 Kanûn 2017
- Rojane
QAMIŞLO - Çalakiya Konê Grevê yê ji bo azadî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû vedan di roja dudan de berdewam dike.
Rêveberiya Aboriya Jinê li Enteriyê ya bajarê Qamişloyê ya Kantona Cizîrê ji bo ewlehî û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Konê Grevê vedabûn. Çalakiya Konê Gerevê ku bi dirûşma "Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" hatibû destpêkirin di roja dudan de berdewam dike. Bi dehan sazîyên bajarên Tiltemirê, Dêrikê û Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Konê Girevê bûn.
Berdevka Aboriya Kongreya Star a Bajarê Dirbêsiyê Merwa El-Ehmed derbarê çalakiya Konê Grevê de wiha got:" Ev demeke dirêje ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Em di warê ewlehî û tenduristiya wî de bi fikar in. Li gor zagonên mafên mirovan hevdîtin mafê Rêber Apo ye. Heta ku agahî ji Rêberê me bê girtin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Ji bo jiyaneke azad û wekhev pêdivî ji azadiya Rêberê me heye."
'Divê di qada navneteweyî de jî gavên berbiçav bên avêtin'
Merwayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Ji bo em dengê xwe bigihînin hemû rêxistinên mafên mirovan û dewletên navneteweyî me dest bi çalakiya Konê Grevê kir. Divê di qada navneteweyî de jî gavên berbiçav bên avêtin da ku Rêberê me azad bibe. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin."
Çalakiya Konê Grevê bi beşdarbûna gelek kesan berdewam dike.
Tê payin ku çalakiya Konê Greva Birçîbûnê heta sibê êvarî bidome.








