Li Heskêfê qedexeya derketandina derve hat îlankirin
- 11:41 13 Kanûn 2017
- Rojane
ÊLIH - Ji aliyê walîtiya Êlihê li 3 gund û li gundokekî Heskêfê "qedexeya derketandina derve" hat îlankirin. Qedexeya li Bedlisê hatibû îlankirin jî hîn dewam dike.
Li Elihê ji aliyê walîtiyê bi hinceta operasyona leşkeri "qedexeya derketandina derve" hat îlankirin. Li gundên Şemsê, Kayikli û gundokê Keçili ku girêdayî Heskêfê ne heta fermaneke duyemîn qedexeya derketandina derve hat îlankirin. Li gor daxwiyaniya walîtiyê qedexeyê îro saet ji 18:00 şûnde dest pê bike. Her wiha li 12 gund û 3 kuçeyên girêdayî navçeyên Tetwan û Mûtkiyê roja 10'ê Mijdarê "qedexeya derketandina derve" hatibû îlankirin, qedexe ya ku di 10'ê Mijdarê de hatibû îlankirin hîn didome.








