Li her derê şîdeta mêr!
- 11:10 13 Kanûn 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kayseriyê mêrekî di serî de hevjîna xwe û piştre jî 3 zarokên xwe qetil kirin. Li Enqereyê jî mêrê bi navê Mustafa Masatli jina bi navê Zeynep Altindag bi şîdetê re rûbirû hişt û xwest ku wê qetil bike. Herwiha li Karamanê jî mêrê bi navêa Zeynel D. Ji ber ku hevjîna wî Ayşe D. xwarina êvarê amade nekiribû ava kelandî bi ser Ayşe û lawê xwe Suleyman D. de rijand.
Şîdeta mêr ya ku hêza xwe ji polîtîkayên ne cezakirinê û ji pêkanînên dewletê yên li ser jinê digire berdewam dike. Li Kayseriyê mêrê bi navê Erol Adiyaman hevjîna xwe Safiye Adiyaman û zarokên xwe Çinar Berk Adiyaman, Elanur Adiyaman û Nazli Nur Adiyaman qetilkirin.
Enqere
Li Enqereyê mêrê bi navêa Mustafa Masatli bi çekê êrîşî hevjîna xwe ya ku xwe jê berda Zeynep Altindag kir. Mustafa yê ku piştî êrîşê Zeynebê bi şîdetê re rûbirû hişt ji cihê bûyerê reviya. Li ser agahdarkirina derdorê tîmên tendirustiyê yên ku hatin cihê bûyerê Zeynep rakin nexweşxaneyê û girtin bin lênertinê.
Karaman
Li Karamanê jî mêrê bi navê Zeynel D. ji ber ku hevjîna wî Ayşe D. xwarina êvarê amade nekiribû ava kelandî bi ser hevjîna xwe û lawê xwe Suleyman D. de rijand. Ayşe û Suleyaman D. rakirin nexweşxaneyê û Zeynel D. jî hat binçavkirin.
Aksaray
Havva S., ya ku 23 sal e li Aksarayê bi Cumalî (44) re zewicandî ye ji aliyê Cumalî ve her roj bi şîdetê re rûbirû dihat hiştin. Havva ji aliyê Cualî ve bi giranî hat birîndarkirin. Cuamlî piştî ku Havayê birîndar kir ji cihê bûyerê reviyan. Tîmên tendirustiyê yên ku hatin cihê bûyerê ji bo dermankirinê Havv Rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Aksarayê.
Hvva diyar kir ku ew bi hevjînê xwe yê ku wê her roj bi şîdetê re rûbirû dihêle di asta hevberdanê de ne û bertekên xwe wiha anîn ziman: " Gelo ji bo min mafê jiyanê tune ye? Ez ê kengî ji vî mêrê rizgar bibim. Bila wî bikin girtîgehê û hew berdin."








