Li Kobanê serkeftina hilbjartinan hat pîrozkirin
- 09:42 13 Kanûn 2017
- Rojane
KOBANÊ - Piştî ku lîsteya Netewa-Demokratîk di hilbijartinan de bi serket meclîsên herêmî şahiyeke girseyî li dar xistin.
Bi boneya serkeftina hilbjartinên hevserokên meclîsên rêveberî û bi serketina lîsteya Netewa-Demokratîk li kantona Kobanê ya herêma Firatê bi dirûşma "gav bi gav ber bi netewa demokratîk ve" şahiyeke girseyî li salona Firatê hat lidarxistin.
Eywana Firatê bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PYD'ê û TEV-DEM'ê hat xemilandin. Di şahiyê de hemû saziyên civaka sivîl, YPJ/YPG, Asayîş, Erka xwe parastinê cihê xwe girtin.
Divê hemû jin cihê xwe di projeya federaliyê de bigirin!
Di destpêkê de girseya gel ji bo hemû rêwiyên azadiyê deqeyek rêz girtin. Piştre jî li ser navê Desteya Jinê Merwa Dirêyî axivî. Merwayê diyar kir ku divê ew weke jin cihê xwe di nava vê projeyê de bigirin û bikaribin weke jin roleke pêşeng di Federaliyê de bilîzin û wiha got: "Serkeftina ku em îro dijîn ji bo siberojeke azad gaveke pîroz e. Gaveke wiha ye ku em êdî dikarin bi xwe biryarên di derheqê xwe de bigirin."
Dîlan Berxwedan tevlî YPJ'ê bû!
Piştî axaftinan malbeteke Kobanê xwest ku keça wan a bi navê Dîlan Berxwedan beşdarî YPJ'ê bibe. Dîlan Berxwedan wiha got: "Ez weke keçeke kurd ji bo Rêber Apo, ji bo şoreşê û ji bo azadiya Gelê Kurd tevlî serîhilanê dibim û banga min li tevahî ciwanan heye ku ew jî xwedî li berxwedana Kobanê derkevin û tevlî nav refên Şoreşa Rrojavayê Kurdistanê bibin."
Piştre dayika bi navê Kewser Mihemed helbestek diyarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevahî berxwedêrên azadiyê kir.
Herî dawî govenda serkeftinê hat gerandin.








