Dewreya parastina cewherî dest pê kir

  • 09:38 13 Kanûn 2017
  • Rojane
TILTEMIR - Li gundê Em El-Kêfê yê girêdayî Bajarê Til Temirê 40 endaman dest bi perwerdeya parastina cewherî kirin.
 
Hêzên Parastina Cewherî li gundê Em El-Kêf yê Bajarê Tiltemirê yê Kantona Hesekê perwerdeyeke ku ji jin û mêran pêk tê, dest pê kir. Her wiha  30 jin û 10 mêr tevlî vê perwerdeyê bûn. Perwerdeyê li dibistana Emelkêfê ji bo berxwedêrên azadiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. 
 
Di perwedeyê de dê 3 rojan dersên siyasî  û 4 rojan jî perwerdeya li ser vekirin, girtin û bikaranîna çekan bên dayin. Her wiha wê li ser sekna torenên fermî jî perwerde bê dayin.
 
Tê payin ku ev perwerde heta heft rojan bidome.