OHAL'ê pez birçî hişt

  • 09:18 13 Kanûn 2017
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Gundiyên li gundê Sarmaç a navçeya Îpekyola Wanê dijîn, diyar kirin ku ji ber qedexeya zozanan  gîha têr kom nekirine û ji ber vê pez birçî maye.
 
Hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê kirin hincet û OHAL hat îlankirin û her wiha ji ber israra şer a desthilatdariyê krîza aborî kûr dibe û ligel vê sewalkarî jî hatiye asta tunebûnê. Gundiyên gundê Kopanîs a girêdayê navçeya Îpekyola Wanê diyar kirin ku ji ber qedexeyan îsal gîha têr kom nekirine û ji ber vê pezê wan birçî mane. Welatiyên ji ber qedexekirinan û krîzê gîha nabînin, niha pezên xwe difroşin. Gundiyên ku nîvê pezê xwe firotin, niha li quntarên çiyayê Erekê pezê xwe didin çêran.
 
Nikarin li 30-40 serî pezî binêrin
 
Gundê ku yekane çavkaniya debara wan sewalkarî ye, ji ber qedexeyan nikarin gîhan jî berhev bikin û gundiyan diyar kir ku niha nikarin li 30-40 serî pezên xwe yên mane binêrin.
 
Berxik wê bimirin
 
Gundiyan destnîşan kir ku divê OHAL û krîza aborî rabe û gotin berxikên ku mehek şûnde wê bên cîhanê, gerek têr bibin an na dê bimirin.