‘Di bin avahiyên TOKÎ’yê de hîna bi dehan cenaze hene’
- 09:14 13 Kanûn 2017
- Rojane
MÊRDÎN - Piştî berxwedana rêveberiyên xweser beşeke mezin a Nisêbînê hat hilweşandin. Gel diyar kir ku li taxên Dîcle, Firat, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşayê hîna bi dehan cenaze di bin avahiyên TOKÎ’yê de hene.
Qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adara 2016’an de li Nisêbînê hat îlankirin di 25’ê Tîrmeha 2016’an de beşek hat rakirin û di mehên borî de bi temamî hat rakirin. Taxên Dîcle, Firat, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşayê hatin hilweşandin û tevlî ku gelek xaniyan xesar nedîbû jî hatin hilweşandin. Înşatên TOKÎ’yê yên li wan taxan jî berdewam dikin.
Piştî dest bi çêkirina avahiyan hat kirin, bi piştgiriya Wezareta Bajarvanî û Derdorê erseyên gel ji aliyê TOKÎ’yê ve hatin xepskirin. Wezaretê, ji bo welatiyên ku ji bo erseyan îmze neda pereyê kirê birî. Wezaretê ji bo welatiyan got: "Hûn dizanin, ku hûn xanî negirin wê hinekên din bên şûna we."
Li dijî madeyên teqemeniyê hîna tedbîr nehatiye girtin
Înşaeta qerekola li gel Çemê Çag-Çag a li taxa Abdulkadîrpaşa hatiye temamkirin û hejmara qerekolan a li taxê jî balê dikişîne. Kavilên ji înşatê tên derxistin jî li Taxa Dîcleyê tên valakirin. Ji kavila ku li cihên welatî lê dijîn di rojên borî de bombeyek teqiya û sê zarok birîndar biûn. Tevlî gilîkirina hîna tedbîr nehatiye girtin.
Ji qada TOKÎ’yê hîna cenaze tên derxistin
Heta niha ji qada TOKÎ’yê 15 cenaze hatin derxistin. Piranî cenaze li goristana bêkesan a bajar hatin definkirin. Li gorî gelê Nisêbînê hîna bi dehan cenaze di qada TOKÎ’yê de ne.








