Bi hev re 'li dijî tundiyê û binpêkirina mafên mirovan'

  • 17:41 12 Kanûn 2017
  • Rojane
HESEKÊ - Rêxistina Sara û Heyva Sor a Kurd di bin dirûşma bi hev re 'li dijî tundiyê û binpêkirina mafê mirovan' li Kampa Holê komxebatek li dar xistin.
 
Li Kampa Holê ya koçberên Îraqê ya girêdayî Bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê bi munasebeta 12'ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê Rêxistina Sara a li dijî tundiya li ser jinê û Heyva Sor a Kurd di bin dirûşma bi hev re" li Dijî Tûndiyê û Binpêkirina mafê mirovan" di roja xwe ya duyemîn de  li Kampa Holê komxebatek li ser têkhiştina Kesayetî li dar xistin. 
 
Ji rêxistina Sara û Heyva Sor 11 endamên jin,  ji koçberên Kampa Holê 37 jin û ciwanên ku temenên wan  di navbera 12 û heta 18 salî beşdarî konferansê bûn. 
 
Di destpêkê de endamê Rêxistina Sara û Heyva Sor ji bo kesên hazir çalakiyek piştgiriya derûnî ya kesayetî çêkirin.
 
Rêvebira Rêxistina Sara, Nûra Xelîl têkhiştina kesayetî şîrove kir. Kesên kampê derbarê mijara têkhiştina kesayetî de nêrînên xwe anîn ziman û nîqaş hat kirin.
 
Di dawiyê de şêranî li kesên hazir hat belavkirin. Her wiha çalakiyên Rêxistina Sara û Heyva Sor a Kurd wê li kampa Roj, Newrûz, Meprûka û Eyîn Îsa dewam bikin.