Gelê Kobanê Sarya Ozgun bi bîr anî!

  • 17:20 12 Kanûn 2017
  • Rojane
KOBANÊ- Bi minsebeta 3'emîn salvegera şehadeta şervana MLKP Sariya Ozgun  Saziya Malbatên Şehîdan û Yekitiya Piştgiriya Gelan meresîmek li dar xistin û navê Qada jina azad kirin Kolana Şehîd Sariya Ozgun.
 
Bi dehan şêniyên Kantona Kobanê ji bo 3'emîn salvegera şehadeta Şervana MLKP'ê Şehîd Sariya Ozgun ku di sala 2014'an de di şerê Kobanê de bi berxwedaneke mezin jiyana xwe ji dest dabû  li Qada Jina Azad di merasîmê de civiyan. Mersîm ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan û Yekitiya Piştgiriya Gelan ve hat lidarxistin. 
 
Merasim bi beşdarbûna Kongreya Star TEV.DEM, hêzên leşkerî, PYD û rêxistina Sara pêk hat. Li qada ku merasîm lê hat lidarixistin  wêneyê Rêberê PKK`ê û wêneyên berxwedêrên azadiyê, alên YPJ`ê hatin daliqandin. Di meresîma ku hat lidarixistin de biryar hat dayîn ku navê Qada Jina Azad wekî Kolana Şehîd Sariya Ozgun bê guhertin. 
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre li sernavê fermandariyaYPJ`ê Deniz Qamişlo, li sernavê MLKP'ê Şengûl Dozax, her wiha li ser navê Rêveberiya Desteya Malbatên Şehîdan Istêra Husên axivî û salvegera şehadeta Sariya Ozgun bi bîr anî û diyar kir ku dema navê Kobanê bi bîr tê rihêberxwedanê bi bîr tê.
 
Li sernavê FermandariyaYPJ`ê Deniz Qamişlo axivî û Denîzê jî wiha hestên xwe anîn ziman: "Bi heskirina rêhevaltiyê bi îdeolojiya Rêber Apo Şehîd Sarya Ozgun bi baweriyek xurt tevli berxwedana şoreşa Rojava bû."
 
Her wiha li ser navê MLKP'ê jî Şengûl Dozax wiha got:"Dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kobanê kirin hêzên azadiyê gotin divê ku em bersiveke xort bidin wan û herî dawî bersîva dijmin ji aliyê şervanan ve hat dayîn."  Şengûlê  wiha dirêjî da axaftina xwe:"Şehîd Sariya ya ku di şoreşa Rojava de cihê xwe girt di berxwedna ji bo rizgarkrina  Kobanê de jî cihê xwe girt û got  em ê  heta dawiyê li ber xwe bidin. Em Şehîd Sarya bi bîr tînin soza şopandina rêya wê didin."
 
Malbata Şehîd Sarya jî ji bo merasîmê nameyek şandibûn û ew name jî hat xwendin. 
 
Merasîm bi daliqandina navê Şehîd Sarya Ozgun a li Qda Jina Azad ku navê hat guhertin bi dawî bû.