Daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re cara 712'emîn hat redkirin hat redkirin
- 15:35 12 Kanûn 2017
- Rojane
STENBOL - Serlêdana hevdîtinê ya parêzerên Abdullah Ocalan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve cara 712’emîn hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Ebru Gunay, Îbrahîm Bîlmez û Faîk Ozgur Erol ji bo sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê bersiv da serlêdana parêzeran û daxwaza hevdîtina wan red kir.
Ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve daxwaza hevdîtina parêzeran a li gel Abdullah Ocalan ev bû cara 712’an bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û "Rewşa Awarte" tê astengkirin.








