Rêveberiya Aboriya Jinê ji bo tecrîda giran kon vedan

  • 14:27 12 Kanûn 2017
  • Rojane
QAMIŞLO - Ji bo rewşa tendirustî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêveberiya Aboriya jinê ya Kantona Cizîrê li taxa Entereyê ya Qamişloyê  Konê Greva birçîbûnê veda.
 
Ji bo rewşa tendirustî ya Rêberê  PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Rêveberiya Aboriya jinê ya Kantona Cizîrê li Taxa Enteriyê ya Qamişloyê konê greva birçîbûnê hat vedan. Jinên Meclîsên Komînan, hemû saziyên jinan yê Bajarê Qamişloyê, yên Bajarê Girkêlegê û Hesekê tevlî vedana konê grevê bûn. Çalakiyên Konê Gireva birçîbûnê ku ji aliyê jinan ve hatiye vedan wê sê rojan berdewam bike. 
 
Di vekirina Konê Çalakiya Gireva birçîbûnê de di destpêkê de ji bo berxwedêrên azadiyê  deqeyek rêz hat girtin. Piştre axaftina yekemîn ji aliyê Seroka Koperatîfên Aboriya jinê ya Kantona Cizîrê Cewahir Brahîm ve hat kirin. Cewahîrê bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku ew ê bê navber çalakiyên xwe bidomînin. 
 
Piştre ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxwiyaniyeke ji aliyê berdevka Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê Evîn Siwêd ve hat xwendin. 
 
Daxwiyanî wiha dest pê kir: "Em vê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar dikin û em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin."
 
Dewletên Ewropa û CPT' bila xwe lal û ker nekin! 
 
Di serî de em bang li dewletên Ewropa û CPT'yê  û hemû saziyên mafên mirovan dikin ku di vê mijarê de hestiyar bin. Ji ber ku dema mijar dibe Rêber Apo lal û ker  dibin. Gelê Kurd tu caran ev bê hiqûqî qebûl nekiriye û nake. Heta ev tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan bidome em ê li ser piyan bin."
 
Di dawiya daxwiyaniyê de wiha hat gotin:" Bi Gireva birçîbûnê me dest bi bernameya xwe ya pêngava çalakiyan kir û wê heta 15'ê Sibatê ev dewam bike. Di vê çerçoveyê de meş, semîner û belavkirina biroşiran wê bi çalakiyên cur be cur heta 15'ê Sibatê dewam bike." 
 
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakvanan dest bi Greva Birçîbûnê kirin. Di dawiya daxwiyaniyê  de dirûşmên "Ji bo Rêber Apo azadî" berz bûn.