Ji malbata Berkîn Elvan banga beşdarbûna rûniştinê
- 12:56 12 Kanûn 2017
- Rojane
STENBOL - Malbata Berkîn Elvan ê ku li Stenbolê bi fîşega gazê ya ku ji aliyê polîsan ve hatibû avêtin, birîndar bûbû û piştî 269 rojan jiyana xwe ji dest dabû, ji bo 4'îm rûniştina sibehê bangewaziya tevlêbûnê kirin.
Berkîn Elvan li Okmeyadani ya Stenbolê di dema Serîhildana Geziyê de bi fîşega gazê ya ku ji aliyê polîsan ve hatibû avêtin birîndar bûbû û 269 rojan di qomayê de mabû piştre jî jiyana xwe ji dest dabû. Doza ku derbarê qetilkirina Berkîn Elvan de hatibû vekirin dê 4'îm rûniştina wê sibehê li 17'emîn Dadgeha Cezaya Giran a li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê bê dîtin. Malbata Berkîn Elvan berî rûniştina ku dê sibehê bê dîtin bangewazî kir.
Bangewazî wiha bû:
"Em ji bo hemû zarokên ku di şexsê lawê me de hatiye qetilkirin, edaletê dixwazin. Ji dema ku Berkîn birîndar bû heta a niha hûn tim li ba me bûn. Ji ber piştgiriya we em hatin heta van rojan, me hewl dan ku em êşa xwe di dilê xwe de biçikînin û ji bo hemû zarokan me edalet xwest. Hezar û 639 neh roj ji ser roja birîndarbûyina lawê me derbas bû. Darazê tenê polîsek derxist pêşberî me û tercîh kir bidarizîne. Lê em dixwazin hemû kiryar bên darizandin. Loma em li hêviya we hemû dostên xwe ne ku hûn roja 13'ê Mijdarê saet di 10:00 den de werin Çaglayanê.








