Li Hewlêrê mirina jinekê ya bi gûman

  • 12:30 12 Kanûn 2017
  • Rojane
HEWLÊR - Hat îdiakirin ku li Hewlêrê jinekê bi riya întîhar kiriye jiyana xwe ji dest daye.
 
Hat Îdiakirin ku li taxa Hewkar ya Hewlêrê jineke 21 salî întîhar kiriye.  Jina ku xwe întîhar cenazeyê wê rakirin Morga Nexweşxaneya Hewlêrê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Navenda Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê re, diyar kir ku tundiya li ser jinê li gorî mehên tebax û tîrmehê ji sedî 42.5 zêde bûye. Herwiha heman navendê da zanîn ku bajarê herî zêde tundî lê zêde bûye jî Hewlêrê ye.