Parêzerên Abdullah Ocalan cara 712'an xwestin hevdîtinê pêk bînin
- 12:18 12 Kanûn 2017
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 712'an daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û daxwaza hevdîtinê kirin.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, Îbrahîm Bilmez û Faîk Ozgur Erol, bi armanca bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin daxwaznameya hevdîtinê dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê. Parêzeran bi vê serlêdanê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha cara 712'an daxwaza hevdîtinê kirin lê dozgeriyê her dem daxwaza parêzeran red kir.
Daxwaza parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 711 caran bi hincetên "muxalefeta hewayê heye", "koster xera be ye", "koster di tamîrê de ye" û "OHAL" heye hat redkirin.








