Li Îranê 4 jinên kurd hatin girtin
- 11:59 12 Kanûn 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrîşa ku ji aliyê leşkerên Îranê ve li rojhilatê Kurdistanê hat kirin de ji 50 kesên ku hatin binçavkirin 4 kes ji wan hatin girtin.
Li Eyalta Îlam a rojhilatê Kurdistanê li gundê Cilize yê li Deşta Ebadiyê ji aliyê leşkerên Îranê ve êrîş hatibû kirin û di encama êrîşê de 50 kes hatibûn binçavkirin. Ji 50 kesên ku hatin binçavkirin 4 jin hatin girtin, hin kes jî bi kefaletê hatin berdan. Herwiha hat ragihandin ku hin gundî jî hîna di binê çavan de ne.
Hat ragihandin ku jinên bi navê Terfeye Cilîzî, Hesene Cilîzî, Hemîde Serhî Cilizî û Hamîde Cebawî, şandin Girtîgeha îlamê
Hat aşkerakirin ku leşkerên Îranê di serdema êrîşa li ser gund de li dijî jinên kurd tundî pêk anîne.
Çi bibû?
Di rojên bihurî de leşkerên Îranê êrîşî gundê Cilize yê li Deşta Ebadî ya Eyaleta Îlamê ya rojhilatê Kurdistanê kiribûn û xwestibûn ku beşeke axa vî gundî desteser bikin. Di navbera gundiyên ku nexwestin axa xwe bidin û leşekrên Îranê de niqaş derketibûn û êrîşî gel hatibû kirin.
Di encama êrîşa leşkerên îranê ya li ser gundiyên kurd de gelek gundî mecbûr mabûn ku birevin gundên derdorê û 50 gundî jî hatibûn binçavkirin.








