Dayika Sîsê dîsa rakirin nexweşxaneyê

  • 09:22 12 Kanûn 2017
  • Rojane
MERSÎN - Dayika Sîsê ya 75 salî ku bi hinceta cezayê wê teqez bûye û hat girtin û piştre bi rîngê  surgunê girtîgeha Tîpa T'yê ya Tersûsê hat kirin, hat hînbûn ku nexweş ketiye û rakirine nexweşxaneyê. Parêzera dayika Sîsê Gulşen Ozbek diyar kir ku di hevdîtinên ku bi dayika Sîsê re kiriye, dibîne ku ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa  wê xerab dibe.
 
Sîsê Bîngol di Nîsana 2016’an de hatibû girtin û du meh û nîv girtî ma, piştre hat tahliyekirin. Sîsê piştre  bi îdiaya 4 sal û 2 mehan hat cezakirin. Ji ber cezayê wê hat teqezkirin di 8’ê Nîsanê de hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E'yê ya Muşê. Sîsê di rojên borî de bêyî agahiya malbat û parêzerên wê şandin girtîgeha Tîpa T'yê ya Tarsusê. 
 
‘Saziya Tipa Edlî rapora berovajî amade kir’
 
Parêzer Gulşen Ozbek got tevlî nexweşî û temenê wê dayika Sîsê tê girtin û got: “ Tevlî nexweşiyên giran û temenê wê hîna girtiye. Hewl dide jiyana xwe bidomîne. Nexweşa dil û tansiyon bi dayika Sîsê re  heye. Ji ber nexweşiyê bi dehan carî rakirin nexweşxaneyê. Di vê pêvajoyê de rapora tenduristiyê ya nikare di van şert û mercan de bimîne hat dayîn. Lê saziya tipa Edlî berovajî vê yekê rapor da û got dikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.”
 
Gulşenê bi lêv kir ku ji ber rapora ATK’ê  dayika Sîsê naxwaze biçe nexweşxaneyê û got: “ Demek dirêj neçû nexweşxaneyê. Hefteya borî bi awayekî cidî dilê wê avêtiye û tansiyonê wê bilind bûye û rakirine nexweşxaneyê. Di hevdîtinan de mirov fêm dikin ku gelek zehmetiyê dikişîne. Di surgunê de destên wê hatibûn kelepçekirin. Di seranserê rê de nan nedabûnê. Keseke di vî temenî de divê di girtîgehê de nemîne. Divê demildest dayika Sîsê azad bibe. Divê hemû kes li dijî vê rewşê bihestiyar tev bigerin.”