Eren Keskîn: Mafên mirovan nemaye
- 09:18 12 Kanûn 2017
- Rojane
EDENE - Eren Keskîn diyar kir ku binpêkirina mafan herî zêde li girtîgehên jinan tên jiyîn û got: “ Li Tirkiyeyê piçek mafên mirovan jî nemaye.”
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê derbarê binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan de axivî û got: “ Di hefteya mafê mirovan de cihên ku divê herî zêde em biaxivin girtîgeh in.”
Erenê destnîşan kir ku bi salane li Tirkiyeyê ji aliyê dewletê ve rastî şîdetê hatine û wiha pê de çû: “ Lê berê wek parêzvanên mafên mirovan dema me serlêdana sûc dikir, dewletê memurê xwe diparast. Îro jî hatiye asta ku wêneyên kesên rastî îşkenceyê hatine di hesabên xwe yên çapemeniyê de parve dikin.”
‘Girtî cihên ku razên nabînin’
Erenê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “ Îşkenceya fîzîkî demekê, hinek be jî kêm bûbû. Lê di demên dawî de zêde bûne. Li girtîgehan pirsgirêkên cuda hene. Di odeya 18 kesî de 50 kes dimînin. Girtî cihên ku razên nabînin. Bi nobedarî radizên. Pirsgirêka din jî qada hevpar tuneye. Yanî mirov li girtîgehan cara duyem rewşa girtîgehê dijîn.”
‘Binpêkirina herî mezin li girtîgehan tê kirin’
Erenê bi lêv kir ku li ser girtiyên siyasî, polîtîkaya zext, tenêhiştin û îzolekirinê tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di daxwazeke herî biçûk de cezayê dîsîplînê didin girtiyên siyasî. Mafên wan wek ‘serî hildanê’ dibînin û ceza didinê. L hinek girtîgehan di xwarinan de kêzik derdikevin. Li girtîgehan di serşo û qadên taybet de kamera hatine bicihkirin. Ev binpêkirina herî mezin a mafan e. Jin vê yekê wekî tacîz dinirxînin. Her qadên wan kamera lê hene. Ev tiştekî bi xof e.”
‘Nedayîna raporê li dij mafê mirovan e’
Erenê bal kişand ser girtîgeha Tîpa T'yê ya Tarsûsê û greva birçîbûnê ya jinên girtîgeha Elezîzê ya ketiye roja 42’emîn û wiha pê de çû: “ Li her du girtîgehan binpêkirina mafan gihiştiye asteke xerab. Zarokên bi dayika xwe re dimînin hene. Rewşa wan bi rastî pir xerab e. Girtiyên nexweş û extiyar hene. Rapora nikarin li wir bijîn nadinê. Ev jî li dij mafê mirovan e. Divê raporên Odeya Tabîban û hekîmên serbixwe li ber çavan bên girtin. Saziya Tipa Edlî jî wek berdevkê dewletê ye. Li Tirkiyeyê piçek mafên mirovan nemaye. Her wiha yek tîp cil û berg tê ferzkirin. Hêvîdar im ji vê şaşiyê vegerin.”
Erenê da zanîn ku di 20’ê Qanûnê de rapora Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê wê bi rayagiştî re parve bikin.








