'Em ê bi yek destî xaka xwe ji dagirkeran biparêzin'

  • 09:14 12 Kanûn 2017
  • Rojane
Cûdî Zêno-Orîvan Mustefa
 
EFRÎN - Jinên herêma Efrînê êrîşên artêşa Tirk ên li ser xaka Efrînê û îdîayên  ku Dewleta Tirk derbarê hêzên parastinê de dike şermezar kirin.
 
Derbarê vê mijara êrîşên dewleta tirk a li ser Efrînê de jina bi navê Cîhan Reşîd îdîayên ku ji hêla dewleta Tirk tê kirin şermezar kir û wiha got:" Dewleta tirk êrîşên xwe li ser gelê Efrînê dike. Piştre îdîayên derew li ser hêzên parastinê derdixîne meydanê. Cîhan bi giştî dizane ku hêzên me yên parastinê tenê erka xwe ya parastinê bi cih tînin û parastina xak û welatê xwe dikin." 
 
 'Artêşa tirk li hemberî têkoşîna gelê Efrînê têk diçe'
 
Cîhanê, di berdewemiya axaftina xwe de wiha  got:" Çawa ku çeteyên dewleta tirk di şerê Kobanê de têk çûn wê li hember têkoşîna gelê Efrînê jî têk biçin." 
 
'Dewleta tirk dixwaze êrîşên xwe li ser xaka Efrînê rewa bike.'
 
Her wiha jina bi navê Cîhan Şêxo nerazîbûna xwe ya derbarê van îdîayan nîşan da û got: "Dewleta Tirk bi hinceta  îdîayên derew dixwaze êrîşên xwe li ser xaka Efrînê rewa bike."
 
Cîhan Şêxo da zanîn wiha berdewam kir:" Gelê Kurd çawa vîna dewleta tirk li Kobanê şikand  wê li Efrînê jî bi berxwedana xwe bi heman rengê bişkînin."
 
 'Em ê bi yek destî xaka xwe ji dagirkeran biparêzin' 
 
Ji aliyekî din ve jî jina bi navê Nisrîn Ebdo tehdîdên ku ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin bi tundî şermezar kir û wiha axivî: " Dewleta Tirk gelek caran  êrîş li ser herêma Efrînê  kir lê tu caran nikare destên xwe biavêje bihustek ji axa Efrînê jî, ji ber ku em ê bi yek destî xaka xwe ji dagirkeran biparêzin." 
 
 Efrîn rûmeta xwe diparêze! 
 
Her wiha endama Jinên Ciwan Yesmîn Hesen jî diyar kir ku rojane topên artêşa tirk bi ser Efrînê de tên û wiha domand:" Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên rojane zirarê dide sivîlan. Hêzên parastinên herêma Efrînê jî li hember van êrîşan tenê parastina ax û rûmeta xwe dikin. Ev jî mafekî rewa ye." 
 
'Êdî bes e'
 
Di dawiyê de jina bi navê Emîne Ebdî wiha got:" Dewleta Tirk çi ji me  kurdan dixwaze? Êdî  ji şerên ku rojene bi ser kurdan de diqewime, bes e. Hovîtiya Dewleta Tirk kezeba dayikan jî şewitand, êdî ji hovîtiya sîstema dewleta tirk û çeteyên wê sîstemê re tehemul nayê kirin. Lê bila baş bizanibin ku gelê Efrînê bejna xwe li ber wê sîstema hov natewîne û dê her têbikoşe."