ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2017'AN
- 09:00 12 Kanûn 2017
- Rojev
*Şêxa Mihemed Yûsif ku ev 30 sal in karê destan dike derbarê xebatê xwe de hestên xwe anî ziman û got: " Divê hemû jin xwedî li nirxên xwe derkevin û rola xwe ya girîng û taybet di civakê de baş bilîzin." BI DÎMEN
*Nîdê Eshad a ji welatê xwe ji ber şer koç kir û bi heviyekê li Wanê bi cih bû, li wir jî ji neçarî parsektiyê dike. Nîdê Eshad wiha got: “Ji ber em ziman nizanin û penaber in kes kar nade me.” BI DÎMEN
*Hatîce di temenê biçûk de bi kurapê wê re hat zewicandin. Piştre malbatê got 'tu jinek jinebî yî, ji bo me pisgirêk î’ di bin navê zewacê de bi mêrekî din re neçar ma bijî. Hatîce berê xwe dide paşerojê û dibêje: “Gelo bedena min a biçûk çawa ji vê civakê re bû pirsgirêk?”. Hatîce tevlî îşkenceya sîstematîk bi pêngavên xurt dibêje: "carek din ez tu caran serî natewînim."
*Jinên herêma Efrînê êrîşên artêşa Tirk ên li ser xaka Efrînê û îdîayên ku Dewleta Tirk derbarê hêzên parastinê de dike şermezar kirin. BI DÎMEN
*Eren Keskîn diyar kir ku binpêkirina mafan herî zêde li girtîgehên jinan tên jiyîn û got: “ Li Tirkiyeyê piçek mafên mirovan jî nemaye.” BI DÎMEN
* Dayika Sîsê ya 75 salî ku bi hinceta cezayê wê teqez bûye û hat girtin û piştre bi rîngê surgunê girtîgeha Tîpa T'yê ya Tersûsê hat kirin, hat hînbûn ku nexweş ketiye û rakirine nexweşxaneyê. Parêzera dayika Sîsê Gulşen Ozbek diyar kir ku di hevdîtinên ku bi dayika Sîsê re kiriye, dibîne ku ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa wê xerab dibe.
Li Cizîrê pitşî qedexeya derketina derve ya di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin şûnde bi sedan kes hatin qetilkirin. Tevî komkujiyan gel bajar terk nekir û bersiva qirkirinan di Newroza 2017’an de da. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez got: “Gelê Cizîrê di dîrokê de çawa serî netewand wê îro jî serî netewîne.”
*TJA’yê bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan rapora der barê binpêkirina mafê mirovan a girtiyên jin de amade kir. Di encama raporê de tê gotin ku divê OHAL bê rakirin û balkişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: “Di serî de CPT, heyeteke serbixwe ya ji saziyên navneteweyî pêk tê divê girtîgeha Îmraliyê ziyaret bike.








