'Xweparastin erkeke pîroz e'
- 11:01 11 Kanûn 2017
- Rojane
Viyan Saîd/ Ahlam Hacî
ŞENGAL - Şandeyek saziyên Çiyayê Şengalê TAJÊ, MXDŞ bi minasebeta cejna rojên Êzid çûn serdana endamên asayişê û cejna wan pîroz kir.
Şandeyek saziyên Çiyayê Şengalê TAJÊ, MXDŞ bi minasebeta cejna rojên Êzid çûn serdana endamên asayişê û cejna wan pîroz kirin. Endama Rêvebira Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Feride Sadu bi minasebeta cejna rojên Êzidî serdana Asayîşê kir û diyar kir ku divê jinên Êzidî bi her awayî xwe bi rêxistin bikin û xwe pêş bixin.
Civata Êzidî di dawîya meha Mijdarê de dest bi rojî û cejnên xwe dike û heta nîvê meha Kanûnê berdewam dike. Êzidî di destpêkê de 3 rojan rojî ji bo Şêşims (Şems/Roj) digirin. Di roja çaran de jî cejna Şêşims pîroz dikin. Di bîr û baweriya Êzîdayetîyê de Roj roleke gelekî mezin ji bo jiyana li ser erdê dilîzê û nîşana herî mezin a hebûna Xwedê ye. Êzidî piştre dîsan 3 rojan rojî ji bo Xwedanê Malê digirin û cejnekê çê dikin. Herî dawî dîsa 3 rojan rojî ji bo Êzid ku navek ji navê Xwedê ye, digirin û bi pîrozkirina Cejna Êzid (Cejna ji bo Xwedê) bi dawî tînin.
'Li gel zext û qirkirinan Civata Êzidiyan kevneşopiyên xwe her dijîn'
Endama Rêvebira Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Feride Sadu bi minasebeta cejna rojên Êzidî serdana Asayîşê kir û diyar kir ku li gel zext û qirkirinan Civata Êzidiyan kevneşopiyên xwe her dijîn û wiha got:" Rol û risteya Asayişê ji bo me gelek girîng e ji ber ku ew parastina jiyan, çand û nirxên Êzidixanê dikin. Dema ku asayiş tê gotin parastina nirxên civakê tê bîra mirov. Heta ku em hatin vê astê me gelek bedelên giran dan lê ji a niha şûnde jî gerek em parastina xwe ya cewherî û rêxistina xwe xurtir bikin. Ji bo ku em pêşî li van êrîşan bigirin ji hemû tiştî zêdetir pêwistiya me ji xweparastinê heye."
'Xweparastina cewherî şert e'
Endama Rêvebira Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Zehra Silêman jî diyar kir ku xweparastina cewherî şert e û wiha got:" Em îro wek şandeyek li ser navê rêvebiriya Şengalê em hatin serdana asayişê. Me wekî Êzidiyan gelek zor û zehmetî kişandin lê me tucar bejna xwe li ber neyarê xwe netewand û me her têkoşîna xwe berdewam kir. Em parastina axa xwe dikin. Bi avakirina YJŞ'ê û YBŞ'ê me parastina xwe ya cewherî pêk anî. Heta ku em wek civaka Êzidî hemû nebin yek û em xwe di hemû aliyan de pêş nexin, wê her dem hêzên destihiladar êrîşî ax û nirxên me yên pîroz bike. Em civakeke kevnar in û xwedî çandeke dewlemend in, divê em li van dewlemendiyên xwe yên xwedî nirx derkevin.Em jî wek Rêvebiriya Şengalê ji bo xizmeta gelê xwe di hemû aliyan de amade ne, em careke din cejna rojên Êzid li Asayîşê û gelê xwe pîroz dikin û serkeftinê dixwazin."
Endamê Rêvebiriya Asayişa Êzidxan Xebat Şengal jî derbarê Cejna Rojên Êzid de axivî û wiha got:" Ez jî li ser navê Asayişa Êzidxanê xêrhatina vê şandeyê dikim ku serdana me kirine ev yek ji bo me cihê bextewari û serbilindahiyê ye. Rast e civaka me gelek rojên bi êş derbas kir, ev yek bingeha xwe ji bêparistinê digire loma em wek Asayîşa Êzidxanê soz didin ku em ê di her alî de parastina gelê xwe bikin. Xweparastin erkeke pîroz e loma gerek em rêxistina xwe xwirt bikin û xwe biparêzin."








