‘Em ê serî li hemberî qanûnên hikumetê netewînin’

  • 09:19 11 Kanûn 2017
  • Rojane
MÊRDÎN - Seroka Şaxa yekemîn a Tumbelsen a Enqereyê Hulya Kiliç  qanûnên ku hikûmeta AKP’ê di demên dawî de pêşkêş dike û polîtîkayên zextê yên li ser jinan nirxand û got: “ Em jin wê li dijî qanûn û îxracan serî netewînin. Heta dawî em ê berxwe bidin.”
 
Seroka Şaxa Yekemîn a Tumbelsen a Enqereyê Hulya Kiliç îxrac û polîtîkayên hikumetê nirxand û diyar kir ku wê li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe mezin bikin.
 
‘Armanca me ev e ku em civakê bikin xwedî hişmendî’
 
Hulyayê bi lêv kir ku polîtîkayên êrîşê yên AKP’ê yên li hemberî jinan neqediyane û bi lêv kir ku ew wek jinan  çûne Enqereyê û li ber meclîsê protesto pêk anîne. Hulyayê wiha berdewam kir: “ Li dijî çalakiya jinê êrîşek giran pêk hat. Jin bi erdê re kaş kirin. Gaz avêtin. Me berteka xwe bir wir.  Em rastiya pişt vana dizanin. Dixwazin jinan hepsî malê bikin. Lê armanca me ev e ku em civakê bikin xwedî hişmendî.”
 
‘Jin bi piştevaniyê li ser piya man’
 
Hulyayê destnîşan kir ku jinên Enqereyê li dijî îxracan tenê nemane û her tim bi piştevaniyê li ser piya mane û got di encama KHK’ê de li Enqereyê nêzî 200 kesan hatine îxrackirin û got wan bi jinên hatine îxrackirin re tora piştevaniyê pêk anîne û jin tenê nehiştine.
 
Hulyayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê hem li dijî qanûnan û hem jî li dijî îxracan têbikoşin.