'YPJ pêşenga jiyana azad e û mafê hemû jinan diparêze'
- 16:48 10 Kanûn 2017
- Rojane
Civîn Husên
QAMIŞLO-Yekîneyên Parastina Jin (YPJ'ê) du dewreyên bi navê Şehîd Arîn bi dawî kirin. Şervanên jin ên ereb ku tevli vê perwerdeyê bûne nerînên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Ji bo rizgarkirina hemû jinan li ku dibe bila bibe em ê di berxwedanê de bin."
Li Akademiya Şehîd Nejbîr a bajarê Qamişlo ya Herêma Cizîrê du dewreyên şervanên YPJ'ê bi şahiyekê bi dawî bûn. Dewreyek ji bo pêkhateya ereb û yek jî ji bo pêkhateya kurd hatibû vekirin. Her dewreyek ji 18 şervanên kurd û ereb ên ji Dêra Zorê, Reqayê, Hesekê û Şedadê pêk dihat. Dewre du mehan dewam kir û di dewreyê de waneyên leşkerî û ideolojîk hatin dayîn. Di şahiya bidawîkirina herdu dewreyan de malbata Şehîd Arîn û hêzên YPJ'ê yên Herêma Cizîrê jî amade bûn.
Şahiyê bi merasîma leşkerî des tpê kir, paşê Fermandara YPJ'ê Engîzek Nûrheq axivî. Engîzek diyar kir ku dewreya Şehîd Arîn bi herdu beşên xwe serkeftî bi dawî bû û wiha domand: "Li ku êrîşek were ser jinan, li kuderê zor, zext û zilm li ser jinan were kirin, wê YPJ parastina wan bike."
Şikandina hişmendiya nava civakê
Şervanên YPJ'ê yên ku ji Dêrezorê û Reqayê tevlî vê dewreyê bibûn nerînên xwe wiha anîn ziman. Şervana Ereb a ji Dêra Zorê Cîhan Azad diyar kir ku armanca tevlîbûna wê ya nav hêzên YPJ'ê ew bû ku hêzên YPJ'ê parastina mafên hemû jinan dikin û wiha domand: "Di civaka me de mafê jinan tê binpêkirin û dengê wan nîne. hemû rengên zilmê li ser jinan tên meşandin, bi tevlîbûna xwe ez ê hewl bidim hişmendiya civakê bişkînim û hemû jinan rizgar bikim."
Şervana Ereb Tekoşîn Azad ya ji Dêra Zorê jî hestên xwe wiha anîn ziman: "Ji aliyekî ve zextên malbatê ên li ser jinan û ji aliyekî din ve jî zilma DAÎŞ'ê ji hemû aliyan ve jin tê çewisandin û mafê wê tê binpêkirin. Ji bo rizgarkirinA van jinan em ê her di nav tekoşînê de bin."
Armanc rizgarkirina jinan e
Şervana ji Reqayê Hebûn Reqa jî anî ziman ku armanca wê rizgarkirina jinan ji DAÎŞ'ê ye û wiha got: "Li ku pêwest bike ez ê şer bikim, bila piştî êşa jinên kurd ên êzidî êdî jin êşê nejîn. Ji bo hemû jinan ez ê her di nav tekoşînê de bim."
Kêlî bi kêlî têkoşîn
Şervana ji Şedadê Dilvîn Şedadê li ser zilma ku ji çeteyên DAÎŞ'ê dîtiye wiha got: "DAÎŞ bi hemû rengên tundiyê nêzî jinan dibû, di nav YPJ'ê de min rastiya xwe di nav berxwedana jinên azad de dît, ji bo hemû jin bêhna vê azadiyê bikin her roj kêlî bi kêlî ez ê di nav tekoşînê de bim."
Şervanên ku dewre qedandin sond xwarin û soza şopandina rêya rêhevalên xwe û parastina civakê dan. Şahî bi gerandina govendê û stranên koma Çanda Şoreşê bi dawî bû.








