‘Çi hat serê me bi destê dewletê hat’
- 09:49 10 Kanûn 2017
- Rojane
Gulîstan Azak
MELETÎ- Zeynep Çelîkkanat ya li Meletiyê yek ji welatiyên Elewî ya mala wê ji aliyê kesên nediyar ve hat nîşankirin, destnîşan kir ku lêpirsîn didome lê ew ne bi dewletê û ne jî ji polîsan bawer dikin û got: “Çi hat serê me bi destê dewletê hat.”
Di 22’yê Mijdarê de li taxa Cemal Gursel a Meletiyê xaniyên 13 welatiyên Elewî hatibûn nîşankirin û lêpirsîna hatiye destpêkirin didome. Welatiyên Elewî ku berê jî rastî pêkanînên wisa hatibûn, diyar kirin ku bûyera hatiye jiyîn ne munferît e. Ji van welatiyan Zeynep Çelîkkanat ku xaniyê wê jî hat nîşankirin, bi lêv kir lêpirsîn didome lê ew ne bi dewletê û ne jî polîsan bawer dikin û got: “Çi hat serê me bi destê dewletê hat.”
‘Divê cesaret hebe’
Zeynebê bi lêv kir ku dewlet li kesên ku ne ji wan zext, tirs û şîdetê pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî vê tirsa tê afirandin divê em xwedî cesaret bin. Em elewî, ermenî, suryanî, kurd her tim bi hev re jiyan e. Polîsên ji bo ewlehiya me hatine peywirdarkirin ji zîhniyeta dewletê re xizmetê dikin. Em ê çawa ji polîsên dewletê yên ji me hez nakin bawer bikin. Li vî welatî ji ber navê bavê wan Huseyîn e kar nadin zarokên me. Dewlet ji bo kesên xwe bi rehetî kar dide lê zarokên me li bajarên Tirkiyeyê di înşatan de dixebitin.”
Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku demekê nedizanîn elewî, sunî çi ye, tirsa wan tinebûye û deriyê wan vekirî radizan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha baweriya kesî bi kesî nemaye. Sazbûneke siyasî-olî ya dibêje 'kesê elewiyekî bikuje wê biçe buhiştê' heye. Divê em desturê nedin ku ev zîhniyet zirarê bide me. Em elewî, suryanî, ermenî, kurd, tirk, xiristiyan ji kîjan ol, rengî dibe bila bibe em heman jiyanê parve dikin. em bi hev re li ser vê erdnîgariyê jiyan. Ez banga yekitiyê dikim.”








