ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2017'AN
- 09:00 10 Kanûn 2017
- Rojev
*Rûken, hêvîdar û şervanên azadiyê bûn ew. Bi xwîna xwe ya zelal, bi lehengiyeke gewre wan li Reqayê destan nivîsand. Ji bo nirxên mirovatiyê biparêzin, bi berxwedanek bê hempa li asîmanên tarî bû stêrkên ronî. Bi ronahiya çavên xwe û bi dilnizmiyek giranbiha wiha digotin:" Ger ji canê me wêdetir tiştekî din heba bê tirs û bê guman me yê dê fedayî axa xwe bikira. Têkoşîna azadiya gelê me û cîhanê îro dikeve ser milên me û divê ku em erka xwe ya şoreşgeriyê pêk bînin." PÊNÛSA JINÊ
*Xizmên kesênku li Til Temirê di teqîna 10'ê Kanûna 2015'an de jiyana xwe ji dest dan, derbarê teqînê de hestên xwe anîn ziman. BI DÎMEN
*Zeynep Çelîkkanat ya li Meletiyê yek ji welatiyên Elewî ya mala wê ji aliyê kesên nediyar ve hat nîşankirin, destnîşan kir ku lêpirsîn didome lê ew ne bi dewletê û ne jî ji polîsan bawer dikin û got: “Çi hat serê me bi destê dewletê hat.”
* Pîrebokên Kampusê yên her roja şemiyê li Zanîngeha Dîlokê bi jinan re tên cem hev, der barê mijarên mafên jinan, tacîz, tecawiz, zayenda civakî, hişmendiya zayendî û nasnameya jinê de xebatê dikin û jinan agahdar dikin.
*Şaredariya DBP’yî ya Rêya Armûşê a Wanê di 8’ê Adara 2016’and e li TOKÎ ya Sixkê ‘Bazara Keda Jinê’ vekir û piştî qeyûm hat tayînkirin bazar terkî qedera xwe hat kirin. DÎMEN HEYE
*Li Cizîrê di Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di ser qedexeyê Re du sal derbas bûn. Li Cizîrê berxwedêran bi gotina ‘Em teslîm nabin, Em bi alên sipî dernakevin derve, mirovên mane divê bi me serbilind bin û m ê serî netewînin’ li ber xwe dan.
*DBP’ê der barê îcraatên qeyûmên ku ev saleke tayînî şaredariyê bûne de raporek amade kir û wê di 11’ê Kanûnê de aşkera bike. Cigira Hevsreoka Giştî ya DBP’ê Seher Tumer der barê raporê de agahî da û got: “Qeyûm tê wateya xespkirina îradeya gel. Dixwazin şaredariyên me bê hiş bihêlin.” DÎMEN HEYE








