Jinên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê erîşên li ser Mexmurê Şermezar kirin

  • 17:01 9 Kanûn 2017
  • Rojane
EFRÎN - Rêxistina Kongra Star bi daxuyaniyek çapemeniyê êrîşa li ser Kampa Mexmurê (Şehîd Rustem Cudî) şermezar kirin.
 
Li herêma Efrînê Rêxistina Kongra Starê bi armanca şermezarkirina êrîşa li ser Kampa Mexmurê (Şehîd Rustem Cudî) daxuyaniya çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Hemû rêveberî û endamên Kongra Starê yên navçe û herêma Efrînê beşdarî daxwiyaniyê bûn. Daxwiyanî li pêşiya navenda Kongira Star a herêma Efrînê ji aliyê Rêveberiya Têkiliyên Diplomasî ya Kongra Star Fatmê Lekto hat xwendin.  
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
Êrîşa ku li Mexmurê hatiye kirin em bi tundî şermezar dikin û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Êrîşa li Mexmurê û li ser Gelê Kurd hatiye kirin lawazbûna Dewleta Tirk di her warî de îsbat dike û ev êrîşên ku tên kirin êrîşên kesayetên terorist in.
 
Her wiha hat  gotin ku gelê Mexmurê her tim parastina xwe dikir û şerê yekemîn a li dijî  teroristan dikin, lê belê Dewletên Navneteweyî û bi taybet dewletên Ewropayê bê deng li hember van êrîşan dimînin her wiha tu kesî piştgrî nedan. Em dibêjin çima ev êrîş li ser Mexmurê hatiye kirin û çima her tim êrîş li ser gelê  Rojava, Başûr û Bakurê  Kurdistanê berdewam dikin.
 
Di dewamiyê de wiha  hat gotin: " Em wek jinên Kurdistanê, em tu carî van êrîşên ku li ser Gelê Kurd tên kirin qebûl nakin. Em bang li tevahî Rêxistinên Mafên Mirovan û Dewletên Navneteweyî dikin ku di demeke nêz de mudaxale bikin, ji ber ku ev êrîşên ku li ser Mexmurê hatiye kirin her roj li ser xaka Rojavayê Kurdistanê tê kirin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên"Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.