Ermeniyên hatine asîmîlekirin û mislimankirin...

  • 09:09 9 Kanûn 2017
  • Rojane
Zeynep Turgut
 
MÛŞ - Piştî salên 1915-1916'an di encama fermana ku ji aliyê Osmaniyan ve li dijî ermeniyan hat derxistin li gel qirkirinê  bi hezaran ermenî ji ser xaka xwe hatin koçberkirin. Piştî fermana ku hat derxistin hejmara ermeniyên ku  li Tirkiyeyê dijîn pir kêm ma, ermeniyên mayî jî bi darê zorê hatin asîmîlekirin û hatin mislimankirin. Ji van ermeniyên ku ji qirkirinê reviyane û niha li Gimgima Mûşê dijîn jî malbata Vîldan û Şerîf Deyertaş e. Dayika Vîldan da zanîn ku hatine asîmîlekirin û olê wan jî bi darêzorê hatiye guhertin û hatine mislimankirin. 
 
Salên 1915-1916'an de li Tirkiyeyê bi derxistina fermana ermeniya ya ji aliyê Osmaniyan ve  qirkirina herî mezin li ser ermeniyan hat kirin. Di encama wê qirkirinê de bi hezaran ermenî hatin qetilkirin û koçberkirin. Her çiqas ku Osmaniyan xwestibe qira ermeniyan bînin jî hîna ermeniyên ku ji fermanê reviyane û dijîn hene û şûnwarên dîrokî yên ku li şûna wan  mane  jî dibin neynik jî bo dîrokê.  Ermeniyên ku li her deverên Tirkiyeyê jiyane bêgûman şopên xwe li her deveran hiştîne. Li navçeya Mûşê ya Gimgimê jî Malbata Vîldan Degertaş û Şerîf Degertaş yek ji wan ermeniyên ku ji qirkirinê rizgar bûne û bi asîmîlasoynê re rûbirû mane ne. Vîldan Deyertaş ji ajansa mer re bahsa çîroka xwe ya ku çawa hatine asîmîlekirin û mislimankirin kir.
 
'Piştî qirkirinê yên mayî asîmîle kirin'
 
Dayika Vîldan anî ziman ku gava qirkirin pêk hat ew hîna ji dayik nebûbu û got ku li gel qirkirinê ermeniyên ku li Tirkiyeyê dijîn  hatine misilmankirin û wiha axivi;”Di sala 1915’an de qirkirina herî mezin li ser me pêk hatiye. Di wê salê de mirovahî hatiye qetilkirin. Ev qirkirin jî ji ber cûdabûna baweriya me bû. Tehemmûlî baweriya me nekirin. Li gel qirkirinê dixwastin baweriya me û çanda me ji  holê rakin. Di pilanê xwe de bi ser jî ketin.  Bi hişmendiya perçebûnê dixwastin ku hemû ermeniyan qir bikin. Piştî qirkirinê jî dest bi asîmîlekirina ermeniyiyên mayî kirin. “
 
'Duvê kurdan û xwedê nenasiya ermeniyan'
 
Vîldanê diyar kir ku dapîr û bapîrên wan ji ber tirsê tu car qirkirin ji wan re venedigot û wiha berdewam kir;”Dayîk û dapîrên me ji me re qala qirkirinê nedikirin. Ji ber ku ditirsiyan tenê di nav hev de diaxivîn em tenê carna dibûn şahidê axafitnên wan. Her tim ji me re digotin xwe bêdeng bikin û nebêjin em ermenî ne. Tirseke pir mezin hebû. Çimkî vegotin û aşkerekirina baweriyê dihat wateya mirinê. Bi hezaran kes kuştin û qetil kirin. Yên ku man jî ji xaka xwe hatin koçberkirin û asîmîlekirin. Bi rastî di sala 1915’an de li ser navê ol mirovahî bi hovane hat qetilkirin. Armanc tunekirina baweriyê û çandê bû. Ez qet bi çanda ermenî nejiyam. Ji ber wê jî ez niha nizanim çanda ermeniyan çawa ye. Ez ji dayîk bûm û heta niha ez di nav kurdan de jiyam e. Bi çanda kurdan mezin bûme. Li Tirkiyeyê mîna ermeniyan kurd jî tune tên hesibandin. Gava ku em diçîn dervê bajêr ji me re dibêjin hûn ji kîjan nijadê ne? Em jî dibên em kurd în. Vê carê jî pir cuda nêzî me dibin. Ji me re dibên çima dûvê kurdan heye?  Em li gimgimê dijîn. Lê em hatine mislimankirin. Em ne mîna ermeniyan mîna misilmanan dijîn. Li gorî serdestên tirk kurd xwedî dûv û ermenî jî xweda nenas in.”
 
'Ermenî û kurdan heman tişt jiyan e'
 
Vîldanê herî dawî bi lêv kir ku tiştekî pir zehmet e dema mirov ji netewa xwe biyanî be û got ku kurd û ermenî heman qederê parve dikin û wiha pê de çû;”Diya min her tim digot ermenî û kurd xwişk û bira ne. Digot çand û jiyana kurdan şibî hev e.Jiyana bi kurdan re xweş e. Kurd û Ermenî xapandin kirin djminên hev.  Ez jî Ermeniyeke pişavtî me. Hêvî dikim ku li her deveran bawerîyên cûda azad jiyan bikin. Bawerî ne tirse cûdabûnên taybetin û girîng in.”
 
'Ermenî li tirkiyeyê nikarin bi nasnameya xwe bijîn'
 
Hevjînê Vîldanê Şerîf Degertas jî got ku ermenî li ji aliyê Osmaniyan ve di qirkirinê re hatine derbaskirin  û wiha berdewam kir:”Gava em zarok bûn qet kesekî ji me re  behsa qirkirinê nedikir. Em ji hebûna xwe ditirsiyan. Bi van polîtkayan ermeniyên ku niha li Tirkiyeyê dijîn ji tirsan nikarin namsameya xwe aşkera bikin. Ji roja ku em ji dayik bûne û heta niha em li Gimgimê dijîn lê tu kes nizane em ermenî ne. Piştî qirkirinê ermenî xelas nebûn û hejmara wan zedetir bû. Ji bo wan hebûna me talûke bû. Lê em li her derê dijîn. ”