Jina Êzidî tecrîda giran şermezar kir

  • 09:04 9 Kanûn 2017
  • Rojane
Viyan Saîd/ Ahlam Hacî 
 
ŞENGAL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta a niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Jina Êzidî Marin Haso derbarê tecrîda giran de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku ji bo aştî û azadî pêk were divê tecrîda giran rabe. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta a niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji 6'ê Cotmeha 2016'an heta a niha jî nayê hiştin ku bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Her wiha ji 5'ê Nîsana 2015'an heta a niha jî nayê hiştin ku bi heyeta îmraliyê re hevdîtinê pêk bîne. Jina Êzidî Marin Haso nêrînên xwe yên derbarê tecrîda giran wiha anî ziman:" Ez tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikim û hêvî dikim ku ev tecrîd di demeke kurt de bi dawî bibe. Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî me kir PKK'ê  bi hezaran Êzidî ji komkujiyek mezin xelas kir. Ji ber ku şervan di rêya fikir û ramanên Abullah Ocalan de diçin loma ev fikir bû sedema xelaskirina me ya ji komkujiyek mezin."
 
'Jinên Êzidî êdî di qadên têkoşînê de cihên xwe digirin'
 
Marin Haso diyar kir ku jinên Êzidî êdî di qadên têkoşînê de cihên xwe digirin û wiha berdewam kir:"  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jin azad bibe gelek ked û xebat kiriye. Em jî îro ji bo azadiya wî têdikoşin û daxwaza me ew e ku ev tecrîd bi dawî bibe û Rêber Apo azad bibe."
 
'Divê jinên Êzidî xwe li her qadê pêş bixin û ji bo azadiyê têbikoşe'
 
Maren Haso di dawiya gotina xwe de wiha got:" Ji bo jiyaneke azad û serbixwe divê em vîna xwe xurt bikin û divê jinên Êzidî xwe li her qadê pêş bixin û ji bo azadiyê têbikoşin. Dema ku em bi rihekî azad têbikoşin em ê wê demê bikaribin Serokê xwe jî azad bikin."