ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2017'AN
- 09:00 9 Kanûn 2017
- Rojev
*Jinên herêma Efrînê derbarê hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya Bakurê Sûriyeyê de, nêrînên xwe anîn ziman. DÎMEN HEYE
*Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta a niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Jina Êzidî Marin Haso derbarê tecrîda giran de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku ji bo aştî û azadî pêk were divê tecrîda giran rabe.
*Li navenda çand û hûnerê ya Notaya 8'emîn 3 jinên şanoger li hemberî civaka ku dibêje 'Ji jinê re şerm e' tedikoşin û xeyalên xwe bi cih tînin û li ser dikê bi lîstîkên xwe kesên ku dibêjin 'Ken û kenandin ne mafê jinan e' re dibin bersiva herî mezin. BI DÎMEN
*Piştî salên 1915 - 1916'an di encama fermana ku ji aliyê Osmaniyan ve li dijî ermeniyan hat derxistin li gel qirkirinê bi hezaran ermenî ji ser xaka xwe hatin koçberkirin. Piştî fermana ku hat derxistin hejmara ermeniyên ku li Tirkiyeyê dijîn pir kêm ma, ermeniyên mayî jî bi darê zorê hatin asîmîlekirin û hatin mislimankirin. Ji van ermeniyên ku ji qirkirinê reviyane û niha li Gimgima Mûşê dijîn jî malbata Vîldan û Şerîf Deyertaş e. Dayika Vîldan da zanîn ku hatine asîmîlekirin û olê wan jî bi darêzorê hatiye guhertin û hatine mislimankirin. BI DîMEN
*Hemîde Sedê yek ji Endamên Meclisa Tendrûstiyê ya li Bajarê Til Temir e ku di encama êrîşa 3 wesayitên Bombebarkirî de di 10''ê Çileya 2015'an de pêk hat de jiyana xwe ji dest daye ye. Xwişk û rêhevala Hemîdeyê berxwedana wê vegotin. BI DÎMEN
*Nurdan Tumbek Tekeoglu li pey xeyalên xwe çû û deriyên nû vekir. Xeyalên wê ew ji korîdorên şîrketê girt û bir setên fîlîman. Nurdanê di demek kurt de gelek fîlm û belgefîlm çêkir û rêhevala wê ya nû sînema bû. BI DÎMEN
*Kedkara tenduristiyê Fatma Turan a 21 sal bû dixebitî piştî hat îxrackirin şûnde bi çandiniya tûtinê debara xwe dike û got: “ Me jina tu car serî netewand. Em ê netewînin jî. Em ê li her derê li cem jinan bin. Min niha berê xwe daye çandiniyê. Em ê li vir li hember dijhiqûqiyan berxwe bidin.” BI DÎMEN
*Girtiyên li Girtîgeha Guantanamo hilberînên hunerî dikin, derbarê wêneyên xêz dikin nikarin maf îdia bikin. Ev mijara ku bi pêşangeheke wêneyan hat rojevê, derbarê wê de li Pentagonê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku xwediyê van hilberînan hikûmeta DYA’yê ye.
*Bertîlên mîlyon dolar ên rayedar û wezîrên hikûmetê girtine di doza li DYA’yê de yek bi yek tên îfşakirin û di rojeva gel de jî krîza aborî heye. Jinên li bazarê esnafiyê dikin gotin: “ Pereyê di navbera Reza û Tirkiyeyê de diherikî çû ku? Me baca xwe dida, lê desthilatdariyê ji bo bacê nede hemû rê ceribandine. Ev wijdanek çawa ye?” BI DÎMEN








