Ji bo kedkara Taşaronê Ayfer Dîşkaya li ber nexweşxaneyê çalakî

  • 16:29 8 Kanûn 2017
  • Rojane
STENBOL - Ji bo xebatkara li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Okmeydaniyê ku li xwaringehê dixebitî û bi awayekî bêhiqûqî ji kar hat derxistin Ayfer Dîşkaya li ber nexweşxaneyê çalakî hat lidarxistin.
 
Ji bo xebatkara li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Okmeydaniyê ku li xwaringehê dixebitî û bi awayekî bêhiqûqî ji kar hat derxistin Ayfer Dîşkaya ku ji ber zaroka wê nexweş bû du roja neçû kar û bi vê sedemê ji kar hat derxistin  li ber nexweşxaneyê li ser banga  Dev - Turîzm Îş'ê çalakî hat lidarxistin.
 
Di çalakiya ku hat lidarxistin de daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê rêveberê şaxa Dev -Turîzmê Cengîz Kulah ve hat xwendin. Cengîz diyar kir ku Ayfer bi awayekî dijhiqûqî ji kar hatiye derxistin û muhatabekî ku derbarê mijarê de pê re têkiliyê daynin jî nabînin.