Li Almanyayê di 10 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
- 16:05 8 Kanûn 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Almanyayê di 10 rojên dawîn de 3 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. YJK-E'yê jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin û di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji kîjan neteweyî dibin bila bibin em ê her li gel jinan bin."
Li Almanyayê di 10 rojên dawîn de 3 jin ji alyê kesên bi wan re zewicîbûn ve hatin qetilkirin. Li bajarê Almanya Aachenê di hefteya bihurî de du jin û duh jî li Hanauyê jî jinek ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicîbûn ve hatin kuştin. Dozgerên eyaletan derbarê kuştina jinan de lêpirsîn dan detpêkirin û Yekitiya Jinên Kurd a li Almanyayê jî (YJK -E) derbarê kuştina jinan de daxuyanî da. YJK-E'yê di daxuyaniya xwe de wiha got:"Em kuştina Nûran a ku li Aachenê ji hêla mêran ve hat kuştin û kuştinên jinan ên ku nasnameya wan diyar nebûne şermezar dikin. Em dibêjin; rengê wan û netewa wan çi dibe bila bila bibe, her cure tundiya fizîkî, zayendî, psîkolojîk a li ser jinê polîtîk e û em li dijî vê li gel jinan e."








