Çalakiya Yukselê di roja 395'an de berdewam kir
- 15:51 8 Kanûn 2017
- Rojane
ENQERE - Çalakiya Kolana Yukselê, di roja 395’an de berdewam kir. 7 kes di çalakiyê de hatin binçavkirin. Alev Şahîn a hat binçavkirin got ku di roja 275’an a greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh de hîna edalet nehatiye bicihanîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya “Em karê xwe başve dixwazin” a Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi biryara KHK’ê ji kar hatin avêtin di roja 275’an de û çalakiya Kolana Yukselê ya “Em karxwe paşve dixwazin” jî di roja 395’an de berdewam kirin.
Çalakvanên xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniya çapemeniyê bidin rastî astengiya polîsan hatin. Li ser vê yekê çalakvan li Kolana Konurê kom bûn û dirûşme bez kirin. Yek ji çalakgeran Alev Şahîn xwest daxuyaniyê bide, lê polîsan axaftina wê birîn û pankart çirandin. Dûrê polîsan Alev Şahîn, Acun Karadag, Sîmge Aksan, Îlker Işık, Emîr Karakum, Perîhan Pulat û Aleyna Sert binçav kirin.








