Li ser goristanên berxwedêran çira hat vêxistin
- 14:07 8 Kanûn 2017
- Rojane
Viyan Saîd/ Ahlam Hacî
ŞENGAL - Şêniyên Çiyayê Şengalê bi munasebeta Rojên Êzid serdana goristana berxwedêrên azadiyê kirin.
Şêniyên Çiyayê Şengalê bi munasebeta Rojên Êzid serdana goristana berxwedêrên azadiyê kirin. Li ser goristanê çira hat vexwistin û hat gotin ku dê hêviya berxwedêran rêya siberojê ronî bike.
Endama Rêvebira Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Xoxê Cindî axivî û wiha got:" Ez di serî de vê rojê li Rêber Apo, li malbatên şehîdan û li hemû şervanên di çeperan de li berxwe didin pîroz dikim. Ez vê roja pîroz li hemû gelê me yê Êzidî pîroz dikim. Ji bo dawî li êrişên li ser êzidiyan were û çeteyên DAÎŞ'ê biqedin van qehramanan bi roj û şev di çeperan de li ber xwe dan. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê şopdarê rêya şehîdên xwe bin, ji bo tolhildana wan em ê xwe bi her awayî bi rêxistin bikin."
Endama Rêvebira (TAJÊ) Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Xoxê Cindî weha dawî li gotinên xwe anî. " Ez careke din vê cejinê li we hemûyan pîroz dikim, bang li gelê me yê Êzidî dikim ku rabin ser piyan û hesab ji hêzên desthilatdar bikin."
Dayika berxwedêr Bawer Pakîze Celal a ji gundê Gehbel jî, ji bo vê rojê axivî û wiha got:" Ez vê cejinê li Serok Apo, hemû malbatên şehîdan, şervanên azadiyê û gêrilayên li serê çiyayên azad pîroz dikim. Ev hevalên ku li vir şehîd bûne hemû jî wek zarokên me ne, ji kîjan parçê Kurdistanê be bila bibe, ferq nake, ji ber ku hemûyan ji bo rizgariya me xwîna xwe rijandin.di encamde ew ji bo rizgar kirina me hatibun. Em hêvî dikin ku ev cejin wê bi xwere xêr û bereketê bîne û dê bibe sedema azadiya Kurdan û Rêber Apo."
Dayika berxwedêr Bawer Pakîze Celal wiha dawî li gotinên xwe anî:" Ez careke din vê cejinê li hemû gelê me yê Êzidî pîroz dikim, bang li hemû gelê Êzidî dikim ku rabin ser xwe. Bi taybet Êzidiyên me yên li derve mane divê vegerin li ser axa xwe û xwedî li axa xwe derkeve. Divê em dest bidin hev û yekîtiya xwe ava bikin."








