Li Efrînê êrîşên li ser Mexmûrê hat şermezarkirin

  • 12:18 8 Kanûn 2017
  • Rojane
EFRÎN - Gelê Efrînê êrîşên li dijî kampa Mexmûrê (Şehît Rustem Cudî) bi daxwiyaniyeke fermî şermezar kir. 
 
Endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava, Endamên Jinên Ciwan û gelê Efrînê beşdarî daxwiyaniyê bûn. 
 
Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Xwendekaran Sema Muhemed li pêşiya Navenda Yekîtiya Ciwanên rojava YCR’ê ya herêma Efrînê hat xwendin. 
 
Di daxwiyaniyê de wiha hat gotin: 
 
“Dewleta Tirk ev demeke dirêj e ku  di şexsê Rêber Apo de êrîşên xwe li ser tevahiya Kurdistanê didomîne. Li tevahiya Kurdistanê mijara bîngehîn ewlekarî û azadiya Rêber Apo ye. Her roj êrîş, zilm, komkujî li ser Gelê Kurd tê meşandin. Di salên 90’ î de bi milyonan kurd ji cih û warên xwe hatin dûrxistin û Kurd li ser xaka xwe bûn pênaber. Wargeha Şehîd Rustem Cûdî  jî di encama politîkayên bi vî rengî çêbû û heta niha jî li hemberî politîkayên dewleta Tirk berxwedana xwe didomîne. Di sala 2014 û 2016 an de Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî wargeha  Şehîd Rustem Cûdî kirin lê belê bi berxwedaneke mezin çete ji kampê hatibûn dûrxistin. Herî dawî jî bi destên MÎT'ê dîsa êrîşek hatibû çêkirin di vê êrîşê de rêheval Alî Çîçek û Hisên Kulaman şehîd ketin. Ev jî dide xuyakirin ku ji sala 90 î de heta niha êrîşa li ser gelê welatparêz ên Mexmûrê berdewam dike. Herî dawî ji dewleta Tirk bi balafiran êrîşî Mexmûrê kirin.Em vê buyerê şermezar dikin. Gelê Mexmûrê yê welatparêz û berxwedêr ne bi tenê ye. Em wekî ciwan û jinên ciwanê Efrînê soza tolhildanê didin. Em dizanin ku kiryar kî ne, kiryar her tim diyar in. Li Bakûrê Kurdistanê, Kobanê, niha jî li Efrînê ya ku dijiminatiyê dike dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bi êrîşa li ser  Efrînê  wê poşman bibe. Dema mijar bibe welatê me, Serokê me em ê jiyanê li hemû dagirker û faşîstan heram bikin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên ” Bijî Rêber Apo, bijî berxwedana Gelê Kurd” bi dawî bû.