Çalakiyên Rêxistina Sara ya li dijî tundiyê berdewam e!

  • 11:30 8 Kanûn 2017
  • Rojane
QAMIŞLO - Ji bo25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê gelek çalakiyên Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê hatin kirin. Ji 25'ê Mijdarê û heta 10'ê Kanunê jî Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê pêngaveke dabû destpêkirin. Di çerçoveya vê pêngavê de gelek semîner û mijarên tundiyê di dibistanan de û civînên gel de hatin kirin.
 
Endama rêxistina Sara, Nurayê di derbarê xebatên xwe de wiha got: " Çawa ku bandora feraseta baviksalarî û tundiya  li ser jinê her berdewam e, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê jî çalakiyên xwe berdewam dike û civakê perwerde dike. Ji 25'ê Mijdarê heta 10'ê Kanûnê pêngava ku hatibû destpêkirin gav bi gav tê meşandin. Pêngav  di bin dirûşma "Rengê Pirteqalî" wê ev çalakî  heta 10'ê  Kanûnê berdewam bikin. Di vê çerçoveyê de li ser tundiyê  li dibistanan semîner tên dayîn û her wiha weke pênasekirina tundiyê, bandora tundiyê li ser civak û  jinê, zewaca di temenê biçûk de xebatên pir alî tên meşandin."
 
Hedefên yek jê jî ziyaretkirina wargehên penaberan e!
 
Nurayê li ser plansaziyên ku wê pêk bînin jî wiha got: " Ji ber ku koçberî jî rengekî tundiyê ye li ser civak û jinê tê ferzkirin wê Kampên koçberan ên Eyîn îsa, Şedadê, Hirîşî, Hol, Newroz û Roj werin ziyaretkirin û wê li ser pirsgirêkên koçberan werin sekinandin."
 
Tevlî ku em  di sedsala 21’emîn de ne jî hîn jinên ku tundiyê û neheqiyê dibînin gelek in. Gelek jin di vê sedsalê de jî gelek astengiyan dibînin û bi neheqiyan re rû bi rû dimînin. 
 
Nûrayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Em niha amadekariyê xwe dikin ji bo pêngava pêşxistina jinên ku di mal de ne û kedeke mezin dikin em bi gelek projeyan dixwazin ku wan perwerde bikin û bikin xwedî berhem. Her wiha ji bo jinên warhegên penaberan jî em gelek kursan didin wan, ji ber ku ji ber rewşa penabertiyê gelek zehmetiyan dibînin."