'Pirtûk çiqas zêde bên xwendin gerdûn ewqas dewlemend dibe'
- 09:14 8 Kanûn 2017
- Rojane
Zeynep Turgut
WAN - Pirtûkxaneya O MEDYA bi pirtûkên xwe yên ji her qadê bala xwendevanan dikşîne. Xebatkara pirtûkxaneyê Gûlsûm Bîlgî got ku Pirtûk çiqas zêde bên xwendin gerdûn ewqas dewlemend dibe.
Her çiqas di civatê de teknolojî her roj pêş bikeve jî çanda pirtûkxwendinê jî li hemberî teknolojiyê li ber xwe dide û pêşve diçe. Li Wanê di sala 2017'an de ji bo xwendevanan pirtûkxaneya O MEDYA hate vekirin û O MEDYA ji bo xwendevanan bûye pirtûkxaneya alternatîf. Xebatkara pirtûkxaneya O Medyayê Gûlsûm Bîlgî diyar kir ku ji felsefe heya bi pirtûkên zarokan li vê pirtûkxaneyê cih digirin û got ku divê di civakan de rojên xwendinê bên bên amdekirin.
'Tunebûna pirtûkxaneya gel dibe sedema neyîniyan'
Gûlsûmê di berdewamiya axiftina xwe de bal kişand ser kêmasiya ku çima li Wanê pirtûkxaneya gel tune ye û got ku pêwîst e çanda xwendinê pêşve bikeve û wiha berdewam kir;" Li Wanê pirtûkxaneya gel tune ye. Ev jî li ser gel bandora neyînî dike. Ji xwendina pirtûkan dûrketin ji pêşerojê dûrketin e. Bi vî awayî zanebûn jî paş ve diçe. Her roj qahwexane tijî dibin. Sedema vê jî ew e ku mirov xwe tune dihesibînin û ji bo ku wext derbas bibin xwe li van qadan mijûl dikin. Lê mixabin ev mijûlbûn dibe sedema neyiniyan. Hem hejmara xwendevanan hem jî ya perwerdehiyê kêm dike. Ji bo ku xwendekar xwe pêşve bibin pêdivî pê heye ku pirtûkxwaneya gel bêgûman bê vekirin. "
'Xwndekar pirtûkên mijarên wan jin tercîh dikin'
Gûlsûmê bi lêv kir ku pirtûkxwaneya O MEDYA ji her xwendavanekî re dibe bersiv û got ku O li MEDYA'yê her cure pirtûk hene û wiha pê de çû;"O MEDYA pêdivî ye. Xwendevan gava ku tên vir xwe pir rehet hîs dikin. Ji ber ku O MEDYA ji bo pirtûkxwendinê jî mekanekî pir baş e. Ji bo xwendevanekî O MEDYA mîna mala wan e. Eleqe heye. Xwendevan zêdetir jî eleqeyê didin pirtûkên ku zanistiya jinan vedibêjin.
"
'Divê em destûr nedîn pirtûk bimrin'
Gûlsûmê di dawiya axiftina xwe de got ku pêwîst e her mirov mala xwe wergerînê pirtûkxaneyê û wiha domand;"Ji bo civakeke azad pêwîstî pê heye ku hem çanda xwendinê zêde bibe, hem jî rojên xwendinê bên amadekirin. Pirtûk çiqas zêde bên xwendin gerdûn ewqas dewlement dibe. Her pirtûk xwendinek nûbûna hişê mirov û derûniya mirov e. Ji ber wê yekê jî divê em destûr nedin pirtûk bimrin."








