Keça Êzidî û çîroka rizgarkirina wê
- 09:02 8 Kanûn 2017
- Rojane
Viyan Said /Ahlam Heci
ŞENGAL - Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê ketin Şengalê û bi hezaran jin revandin û îşkence bi wan kirin. Keça Êzidî Nihad Berkat jî qala çîroka rizgarkirina xwe kir û got:"Divê hemû jin bibin yek û li dijî zilmê têbikoşin."
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê ketin Şengalê û bi hezaran jin revandin û îşkenceyên hovane li dijî zarok, ciwan, yextiyar û jinên Êzidî pêk anîn. Çeteyên DAÎŞ'ê xwestin di şexsê jina Êzidî de civaka Êzidî tune bikin.
'Min gelek zor û zehmetî ji destên DAÎŞ'ê kişand'
Keça Êzidî ya bi navê Nihad Berkat û temenê wê 18 salî û ji gundê Hardanê ku di dema fermanê de dîl hatibû girtin û berî demek dirêj hatibû rizgarkirin wiha behsa çîroka xwe dike:" Di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ'ê êrîşî gundê me Hardanê kir 30 kes ji malbata me û 200 kesên din jî ji welatiyê gundê me, em hemû birin Sûriyeyê. Ez salek û sê mehan di destên wan de mam. Min gelek zor û zehmetî di destên wan de kişand."
'Hîn gelek jin û zarok di destên DAÎŞ'ê de ne'
Nihad Berkat diyar kir ku hîn gelek jin û zarok di destên çeteyê DAÎŞ'ê de ne û wiha berdewam kir:" Hejmara gundê Hardanê 1500 kes bû lê dema ku DAÎŞ'ê êrîş kir 500 kes dîl hatin girtin. Heta niha 100 kes hatine rizgarkirin lê hîn gelek zarok û jinên Êzidî di destên DAÎŞ'ê de ne. Xwişka min jî di destên wan de bû lê ew jî hat rizgarkirin."
'Divê em rêxistina xwe xurtir bikin'
Nihadê wiha dawî li gotinên xwe ani:" Ez bang li hemû jinên Êzidî dikim ku rabin ser xwe û rêxistina xwe xurtir bikin. Çimkî divê em rêxistina xwe xurtir bikin û têbikoşin. Pêwist e di her malekê de li henberî êrîşan rêxistinî bê xurtkirin. Ez hêvîdar im ku hemû gelê me bên rizgarkirin. Bi taybet ez sipasiya hevalan dikim ku me rizgar kirin. Heta ku em saxbin em ê şopdarê wan kesên ku ji bo xelaskirina Êzidiyan gihaştin şehadetê, bin.








